Nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî peneleke navneteweyî ya li ser mafên jinan bûn

Nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî peneleke navneteweyî bûn ku li ser rewşa mafên jinan û rêbazên parastina wan, pêşxistina qanûndanînê û pêşvebirina wekheviyê di nav malbatê de nîqaş kir

Nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî peneleke navneteweyî ya li ser mafên jinan bûn
Nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî peneleke navneteweyî ya li ser mafên jinan bûn
Nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî peneleke navneteweyî ya li ser mafên jinan bûn
Nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî peneleke navneteweyî ya li ser mafên jinan bûn
Nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî peneleke navneteweyî ya li ser mafên jinan bûn
Nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî peneleke navneteweyî ya li ser mafên jinan bûn
Nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî peneleke navneteweyî ya li ser mafên jinan bûn
15 tebax, 2026   14:24
NAVENDA NÛÇEYAN.

Di panela herêmî ya li Tûnisê de rewşa jinên li Sûriye, Iraq, Filistîn, Sûdan, Lubnan û Mexribê hat nîqaşkirin. Di panelê tê gotin ku, destkeftiyên jinan ji ber tevgerên rastgir di bin gefê de ne û girîngiya parastina maf û wekheviyê hat tekezkirin.

Ji bo bîranîna salvegera 70’emîn a Qanûna Rewşa Kesane, Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê duh, bi beşdariya çalakvanên ji Tûnis û derveyî welat, panelek herêmî li dar xist.

Çalakvana siyasî û jinan a Kurd, Nûbihar Mistefa, behsa ezmûna Rêveberiya Xweser a Rojava kir. Nûbihar wiha anî ziman: “Ji sala 2011’an vir ve weke modelek bêhempa ya rêxistinkirina jinan li herêmê hat damezirandin. Vê ezmûnê bi awayekî radîkal ji avahiyên serdest ên baviksalar û kevneşopî dûrketinek çêkir û azadiya jinan wekî hêmaneke bingehîn ji bo rizgariya giştî ya civakê dît. Ev nêzîkatî bi sepandina prensîba wekhevî û rêveberiya hevbeş di hemû warên jiyana sivîl, siyasî, leşkerî û aborî de hat sazkirin. Misoger kir ku tu saziyek tenê ji hêla jinek an tenê ji hêla mêrek ve neyê birêvebirin. Di şûna wê de her pozîsyon ji hêla hevserok, mêr û jinek ve tê girtin, bi wekheviyê tê meşandin da ku pêvajoyên beşdariya biryargirtinê bigre bin temînatê û pêşî li kombûna hêzê di destên çend kesan de were girtin.”

Nûbihar Mistefa destnîşan kir ku hêzdarkirina siyasî û pergalî bûye sedema avakirina pergaleke parastina civakî û qanûnî ya berfireh bi armanca ji holêrakirina tundiya li ser bingeha zayendî û wiha domand: “Saziyên serbixwe yên wekî Malên Jinan û meclîsên dadweriya jinan hatin avakirin da ku nakokiyên malbatî û civakî li derveyî çarçoveya dadgehên kevneşopî ku gelek caran astengî ne, çareser bikin. Her wiha, Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ku di şerê li dijî cîhadîstên tundrew de roleke girîng lîst, hat damezrandin. Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser hat pejirandin ku bi eşkere zewaca zarokan qedexe kir û pirzewaciyê sûcdar kir. Her wiha welayeta zarokên wan heta panzdeh salî da dayîkan û wekheviya tevahî di mîrat û destkeftiyên aborî de girt bin temînatê.”

Nûbihar Mistefa tekez kir ku tevî şert û mercên hawirdorê yên dijwar û zehmetiyên jeopolîtîk ên tevlihev, weke gefên ewlehiyê yên berdewam, dorpêça aborî ya ferzkirî û redkirina vê modelê ji hêla partiyên navendî yên li Şamê û yên mayî yên muxalefetê ve, ceribandin bi saya xwebaweriya li ser aboriyek beşdar û kooperatîfên çandiniyê yên jinan bi domdar bûye.

ANHA