Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Meclisa Helebê li hev civiyan
Ji bo birêxistina karên şaredariyan, nûnerên Meclisa Giştî ya Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê bi nûnerên Meclisa Bajarê Helebê re civiyan.

Civîna nûnerên her du meclisan li Kafeteryaya Mezac a li taxa Şêxmeqûd hate lidarxistin. Nûnerên Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, hevserokên Şaredariya Gel a her du taxan û nûnerên Meclisa Bajarê Helebê beşdarî civînê bûn.
Ev civîn di çarçoveya cîbicîkirina xalên lihevkirina 1’ê Nîsanê de ku di navbera Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û nûnerên desthilata Şamê de hatiye îmzekirin de, li dar ket.
Civîn ji bo xurtkirina hevkariyên îdarî û xizmetguzariyê di navbera her du aliyan de pêngava yekem e û rê li ber mekanîzmayên hemahengiyê vedike.
ANHA