Li Qamişloyê 2 şehîdên QSD`ê oxir kirin

Bi sedan şêniyên Qamişloyê şervanên QSD’ê şehîd Dilbirîn Qamişlo û şehîd Silêman Qamişlo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.

Li Qamişloyê 2 şehîdên QSD`ê oxir kirin
Li Qamişloyê 2 şehîdên QSD`ê oxir kirin
Li Qamişloyê 2 şehîdên QSD`ê oxir kirin
Li Qamişloyê 2 şehîdên QSD`ê oxir kirin
Li Qamişloyê 2 şehîdên QSD`ê oxir kirin
Li Qamişloyê 2 şehîdên QSD`ê oxir kirin
Li Qamişloyê 2 şehîdên QSD`ê oxir kirin
Li Qamişloyê 2 şehîdên QSD`ê oxir kirin
15 nîsan, 2025   15:29
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji bo ku tev li merasîma oxirkirina şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Dilbirîn Qamişlo û şehîd Silêman Qamişlo bibin, ber bi Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.

Şervanê QSD`ê Dilbirîn Qamişlo (Kesar El Cuma) 13’ê Nîsanê li herêma Dîban a Dêrazorê dema ku erka xwe pêk dianî şehîd bûbû. Şervanê QSD`ê Silêman Qamişlo (Somer Elî) jî di 14’ê Nîsanê de ji ber krîza dil şehîd bûbû.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatma El Casim bal kişand ser pêwendiya di navbera pêkhateyên herêmê de û got: "Xwîna hemû pêkhateyên herêmê ji bo parastina xaka herêmê têkilî hev bûye. "

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî jî soza şopandina rêya şehîdan û parastna herêmê da.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Casir El Salih rola şehîdan di avakirina neteweyan de nirxand û destnîşan kir ku di hemû olan de cihê şehîdan di asta herî bilind de ye.

Paşê belgenameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyên şehîdan bi dirûşmên “Şehîd namirin” li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.

(k)

ANHA