Fermandarên YPJ: Em siberojeke azad diafirînin

Fermandarên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) diyar kirin ku YPJ`ê projeyeke ji bo avakirina siberojeke azadî û wekheviyê ye.

Fermandarên YPJ: Em siberojeke azad diafirînin
11 îlon, 2025   04:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji fermandarên YPJ`ê, Emîra Mihemed û Semîra El Ehmed, der barê tevlîbûna wan a nava YPJ`ê û têkoşîna jinan li dijî ramanên paşverû û têkişîna li dijî çeteyên DAIŞ`ê, ji ajansa me ra nirxandin.

"JIN VEGUHERÎN AFIRÎNERÊN AZADIYÊ"

Emîra Mihemed, diyr kir ku jinan di seranserê dîrokê de ala têkoşîna li dijî neheqiyê hilgirtine û her gav bûne sembola hêz û biryardariya ji bo jiyanek bi rûmet.

Emîra da zanîn ku tevlîbûna wê ya nava YPJ`ê "rêya herî baş" bû ji bo parastina ax û gel, û diyar kir ku jinên Ereb isbat kirin dikarin ji bo parastina azadiyê çek hilgirin. Emîra got ku piştî tevlîbûna xwe ya YPJê, wê di kesayetiya xwe de guhertinek kûr çêkir. Vê ezmûnê hişmendiyek nû û hêzek hundirîn da wê, ew jineke ku ji hêla kevneşopiyên civakî hatibû çewisandin bû, lê veguerî şervanek ku siberojeke dadmendtir û azad diafirîne.

‘TÊKBIRINA DAIŞ`Ê TÊKBIRINA KOLETIYE YE’

Emîra behsa êşa jinan di dema dagirkirina Reqayê ji aliyê DAIŞ`ê ve kir, ku jin rastî zilm, paşguhkirin û hewldanên tunekirinê hatin. Emîra diyar kir ku rizgarkirina bajaran ne tenê serkeftinek leşkerî bû, lê belê rizgarkirina jinan ji zincîrên koletiya ramyarî û civakî a ku DAIŞ`ê hewl da ferz bike, bû.

Emîra rave kir ku şervanên YPJ`ê bûn sembola vîna jinan, ku çeteyên DAIŞ`ê ji şerê li hember şervanên jin ditirsiyan û ji lîlandinên serkeftinê ditirsiyan. Ew deng dengê şikandina tirsê û destpêka serdemeke nû ya azadiyê bû.

‘SOZA TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA JINAN’

Fermandar Semîra El Ehmed, ku li Reqayê ji dayik bûye, diyar kir ku tevlîbûna wê ya nav refên şoreşê ne ne tenê biryarek bû, lê belê baweriyek xurt bû ku guhertin tenê bi têkoşîna berdewam dikare were pêkanîn. Semîra rave kir ku wê bi çavên xwe hovîtî û sûc dîtin, lewma biryar da ku li dijî ramana tundrew şer bike û rûmeta jinan biparêze.

‘JIN HÊZA CIVAKÊ NE’

Semîra wiha pê de çû, "Bi têkoşîn û berxwedana xwe, jin ne tenê siberoja xwe ava dikin, lê di heman demê de modelek bi Îlham jî pêk tînin ku rêyên azadiyê ji bo nifşên siberojê ronî dike.

“Semîra diyar kir ku zulma DAIŞ`ê birînek kûr di rihê jinan de vekir û bû lekeyek şermê li ser eniya mirovahiyê, lê ew êş veguherî agirê berxwedanê ku hişt vîna azadiyê ya jinan hîn xurtir bibe.

‘SERDEMA AZADÎ Û WEKHEVIYÊ’

Semîra El Ehmed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku rêwîtiya wê dê bibe peyamek dilsoziyê ji bo şehîdan û sembolek biryardariya jinan ji bo bilindkirina dengê xwe û cihê xwe di civakê de. Semîra got: "Têkoşîn bi rizgariya leşkerî bi dawî nabe, lê belê divê civakek dadperwer were avakirin, ev erk jî dikeve ser milê  jin û mêran bi hev re. "

(k)

ANHA