Meclisa Rêveber a Tebqayê civîna xwe ya salê li dar xist

Meclsia Rêveber a kantona Tebqayê civîna xwe ya salê li dar xist û di encamnameyê de anî ziman ku ew hewl didin civakeke ekolojîk a azad ava bikin.

Meclisa Rêveber a Tebqayê civîna xwe ya salê li dar xist
Meclisa Rêveber a Tebqayê civîna xwe ya salê li dar xist
Meclisa Rêveber a Tebqayê civîna xwe ya salê li dar xist
Meclisa Rêveber a Tebqayê civîna xwe ya salê li dar xist
Meclisa Rêveber a Tebqayê civîna xwe ya salê li dar xist
Meclisa Rêveber a Tebqayê civîna xwe ya salê li dar xist
Meclisa Rêveber a Tebqayê civîna xwe ya salê li dar xist
7 ÇILE, 2024   19:05
TEBQA

Di civînê de hevseroketiya hemû nivîsgeh û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Tebqayê û nivîsgehên jinan û hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Di serî de hevseroka Meclisa Rêveber Hind El Elî bixêrhatina beşdaran kir.

Piştre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Mazlûm Omer ve hatin xwendin û wiha ne; "Meşa jinên azad hîn jî ya herî rewa ye û pêwîst e bandora wê li ser jiyan û aştiyê bê naskirin, ji ber ku jina azad ji bo min sembolîk e û jinên azad jî dikarin bi xwe biryarên xwe bidin, fikirîna bi vê yekê moralê û coşê dide mirov."

Omer wiha domand: "Bi fikrên Rêbertî em îro ji hemû zehmetiyên berê yên kuştin, koçberkirin û guhertina demografîk ên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê û terorîstên din ve rizgar bûn û gihîştin vê astê ku bûye guhertineke mezin di dîroka gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de."

Piştre Omer rewşa siyasî şîrove kir û got: "Tiştê ku ji çend salan li qada Sûriyeyê pêk tê ne tenê şerekî hundirîn e, her wiha şerekî plankirî ya ji bo pêkanîna berjewendiyên gelek aliyên navneteweyî û herêmî ye."

Omer wiha li gotina xwe zêde kir: "Rejîma Tirk bi rêbertiya AKP'ê bi navê demokrasiyê û çareserkirina pirsgirêkên hundirîn û derve bi dirûşma 'pirsgirêk bi dewletên cîran re tune ne' di salên dawîn de guhartina demografîk pêk anî û ji bilî wêranî, şer û qirkirinê ji gelên Tirkiyeyê re tiştek neanî û zêdeyî wê bi navê parastina ewlehiya neteweyî pirsgirêkên xwe derbasî dewletên derdorê kirin."

Omer destnîşan kir piştî ku dewleta Tirk a dagirker krîz gur kirin û kûrtir kirin, wê berê xwe da derxistina fîtneyên olî, nijadî û mezhebî û li dijî xaka Sûriyeyê wek Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî êriş pêk anîn û siyaseta erda şewitî û guhartina demografîk li dijî herêmê bi kar anî.

 Piştre civîn bi awayekî girtî dûrî ragihandinê dom kir û di dawiyê de encamnameyek derket û ji aliyê Hind El Elî ve hat xwendin, ji xalên girîng ên encamnameyê:

Pêkanîna Hevpeymana Civakî, destekdayîna pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, girîngîdayîna perwerdeya îdeolojî, destekdayîna malbatên şehîdan di hemû aliyan de, pêşxistina rewşa perwerdehî, xizmetguzarî û tenduristî û çalakkirina aboriya civakî, destekdayîna qada çandiniyê, dirêjkirina xetên kehrebeyê û sazkirina jimarkarên elektronîk, eyarkirina erebeyên veguhastina hundirîn, çalakkirina sondiq û hejmarên giliyan, komkirina kampên bêserûber di kampeke ewle de, lidarxistina civînan û şîrovekirina geşedan û projeyan ji bo şêniyan, zêdekirina şopandina hemû qadan, danîna programeke hişyarkirina ji hişbirê, pêkanîna plansaziya civakî ya 2024'an.

(mh)

ANHA