Desteya Rêveberiya Herêmî ya Cizîrê civîna xwe bi dawî kir

Desteya Rêveberiya Herêmî ya Cizîrê civîna xwe ya salê bi gelek encamnameyan bi dawî kir; ji wan divê bi awayekî aktîf beşdarî tevahî çakakiyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bin.

Desteya Rêveberiya Herêmî ya Cizîrê civîna xwe bi dawî kir
Desteya Rêveberiya Herêmî ya Cizîrê civîna xwe bi dawî kir
Desteya Rêveberiya Herêmî ya Cizîrê civîna xwe bi dawî kir
Desteya Rêveberiya Herêmî ya Cizîrê civîna xwe bi dawî kir
Desteya Rêveberiya Herêmî ya Cizîrê civîna xwe bi dawî kir
Desteya Rêveberiya Herêmî ya Cizîrê civîna xwe bi dawî kir
Desteya Rêveberiya Herêmî ya Cizîrê civîna xwe bi dawî kir
Desteya Rêveberiya Herêmî ya Cizîrê civîna xwe bi dawî kir
Desteya Rêveberiya Herêmî ya Cizîrê civîna xwe bi dawî kir
7 ÇILE, 2024   19:43
HESEKÊ

Desteya Rêveberiya Herêmî ya Kantona Cizîrê li hola Şito ya Hesekê bi beşdariya 200 deleqeyên ji meclis, rêveberî û desteyên herêmî yên kantona Cizîrê civîna xwe ya salê li dar xist.

Piştre cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer rapora salê xwend.

Li aliyekî din jî hevseroka Desteya Rêveberiyên Herêmî Îlham Mutelî rewşên siyasî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û bandora wan li ser xebata şaredariyên li kantona Cizîrê şîrove kir.

Îlham wiha domand: "Ji bo pêkanîna berjewendî û planan dewletên mezin şer û aloziyan li Rojhilata Navîn pêk tîne, her wiha dewleta Tirk jî roleke mezin di têkbirina çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê de dilîze."

Îlham diyar kir ku ew li ser pêkanîna bendên Hevpeymana Civakî û biryarên girêdayî şaredarî û Rêveberiyên Herêmî dixebitin û dê li gorî biryar û qanûnan qanûneke taybet bi şaredariyan derxin.

Dûre beşdaran li ser astengiyan par nîqaş kirin û civîn bi gelek encamnameyên girîng bi dawî bû, ji wan jî;

Beşdariya aktîf di tevahî çalakiyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Li gorî Hevpeymana Civakî ya nû xebat li ser pêkanîna pergalên nû yên şaredariyan were kirin.

Xebat li ser pêkanîna planên şaredariyan ên 2024ˊan bê kirin.

Şaredarî di tevahî xebatên xwe de li gorî Hevpeymana Civakî bi her 3 zimanan bê kirin.

Hejmara jinan di şaredariyan de were zêdekirin ku wekheviya zayendî pêk bê.

Bi hevkariya komînan xebat li ser pêkanîna hemleya ji her welatiyekî/ê re darek bê çandin were kirin.

Di dawiyê de Desteya Rêveberiya Herêmî ya Cizîrê xelateke sembolîk da Şîrketa Rêveberiya Giştî ya Rêyan a Hesekê û Şaredariya Gel a Tirbespiyê.

(fr)

ANHA