Saziyên Civaka Sivîl ên Dêrazorê civîna salê li dar xist

Saziyên Civaka Sivîl ên kantona Dêrazorê ji bo nîqaşkirina rewşên siyasî û rêxistinî û danîna plansaziya sala bê civîna salê li dar xist. Civîna bi encamnameyan bi dawî bû; guhartina navê Saziyên Civaka Sivîl bo Rêxistinên Civaka Demokratîk ve.

Saziyên Civaka Sivîl ên Dêrazorê civîna salê li dar xist
Saziyên Civaka Sivîl ên Dêrazorê civîna salê li dar xist
Saziyên Civaka Sivîl ên Dêrazorê civîna salê li dar xist
Saziyên Civaka Sivîl ên Dêrazorê civîna salê li dar xist
Saziyên Civaka Sivîl ên Dêrazorê civîna salê li dar xist
Saziyên Civaka Sivîl ên Dêrazorê civîna salê li dar xist
Saziyên Civaka Sivîl ên Dêrazorê civîna salê li dar xist
Saziyên Civaka Sivîl ên Dêrazorê civîna salê li dar xist
Saziyên Civaka Sivîl ên Dêrazorê civîna salê li dar xist
7 ÇILE, 2024   18:38
DÊRAZOR

Civîn li avahiya Saziyên Civaka Sivîl bi beşdariya nûnerên Yekitiya Cotkaran, Yekitiya Mamosteyan, nûnerên saziyên sivîl û endamên Saziyên Civaka Sivîl hate lidarxistin.

Di civînê de hevserokatiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso rewşa siyasî ya par û aloziyên derve, hewldanên dewleta Tirk û Îranê û hewldanên hikumeta Şamê yên tevlihevkirina ewlehî û îstîqrara li herêmê, bandorên şer li herêmê şîrove kirin.

Li aliyekî din jî hevserokê Saziyên Civaka Sivîl Îbrahîm El Sultan behsa şaştî û xebatên par kirin û wiha got: "Civîn ji yekitî û aliyên têkildar re hatin lidarxistin; 12 civînên mehane ji tevahî yekitî û odeyan re ji bo rêxistinkirina beşên civakê hatin lidarxistin. Em beşdarî civîna jinûve amadekirina reşnivîsa Hevpeymana Civakî ya li Hesekê û Reqayê bûn, her wiha em beşdarî tevahî civînên bi TEV-DEMˊê re bûn û me 8 civîn bi Yekitiya Cotkar û Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê re li dar xistin."

Dûre beşdaran li ser astengiyên par û danîna plansaziya sala bê nîqaş kirin.

Civîn bi gelek encamnameyan bi dawî bû; navê Saziyên Civaka Sivîl bû Rêxistinên Civaka Demokratîk, civînên fireh ji tevahî yekitiyan re werin lidarxistin, dewreyên girtî û vekirî were vekirin û yekitiyên mayî werin temamkirin.
(fr)

ANHA