Meclisa Malbatên Şehîdan êrişa li dijî Dayikên Aştiyê şermezar kir

Dayikên Aştiyê yên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê êrişa desthilatên Tirk li dijî Dayikên Aştiyê li Bakurê Kurdistanê û qutkirina rêya wan ku negihîjin Mîtînga Azadiyê ya li Amedê, şemerzar kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan êrişa li dijî Dayikên Aştiyê şermezar kir
Meclisa Malbatên Şehîdan êrişa li dijî Dayikên Aştiyê şermezar kir
16 cotmeh, 2024   17:17
ŞEHBA

Dayikên Aştiyê yên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê der barê êrişa desthilata Tirk a dagirker a li dijî Dayikên Aştiyê de ku nehiştin ew berê xwe bidin Amedê û tev li Mîtînga Azadiyê bibin daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê endamên meclisê ve Rozelîn Mamo û Heyfa Haşim li qada bazarê ya bajarokê Ehdas bi beşdariya endamên rêxistinên jinan ên Şehbayê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin dewleta Tirk a dagirker di siyasetên xwe yên çewsîner ên li dijî gel bi taybet jinan de şermezar kir. Jin cewhera jiyanê ne û her tim di nava hewldanên bidestxistina mafên xwe yên rewa de ne û di fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de azadiya xwe dibînin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin desthilatên Tirkiyeyê êrişî beşdarên kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a li bajarê Silopiyayê yê Bakurê Kurdistanê hatiye lidarxistin kir, dagirkeriyê bi taybet êrişî jinan kir.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev ne sûcê yekemîn ku li dijî jinên Kurd tê kirin. Her wiha bang hat kirin ku dakevin qadan û dengê jina Kurd bigihînin rêxistinên mirovî û hiqûqî û desteyên cîhanê ku îdiaya parastina jinan dikin ku hewlesteke cidî li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker nîşan bidin.

(mh)