Li Şehbayê têkildarî penceşêra pêsîrê semîner

Heyva Sor a Kurd û Navenda Şahmaran a kantona Efrîn û Şehbayê li ser girîngiya tesbîtkirina zû ya penceşêra pêsîrê semînerek da.

Li Şehbayê têkildarî penceşêra pêsîrê semîner
Li Şehbayê têkildarî penceşêra pêsîrê semîner
Li Şehbayê têkildarî penceşêra pêsîrê semîner
Li Şehbayê têkildarî penceşêra pêsîrê semîner
Li Şehbayê têkildarî penceşêra pêsîrê semîner
Li Şehbayê têkildarî penceşêra pêsîrê semîner
Li Şehbayê têkildarî penceşêra pêsîrê semîner
Li Şehbayê têkildarî penceşêra pêsîrê semîner
16 cotmeh, 2024   17:27
ŞEHBA

Ji bo hişyarkirina li ser girîngiya tesbîtkirina zû ya penceşêra pêsîrê, Heyva Sor a Kurd û Navenda Şahmaran a Kongra Star semînerek li kampa Serdem a bajarokê Ehdas ê kantona Efrîn û Şehbayê da.

Berî semînerê broşorên hişyariya li ser penceşêra pêsîrê, çawaniya xweparastinê û girîngiya taqîkirinê hatin belavkirin.

Rêvebera Yekitiya Hemşîreyan a kantonê Xalîde Mihemed li ser nîşanên penceşêra pêsîrê wek çêbûna werimbûnê li ser pêsîrê û guherîna teşeya wê û derketina êşê, axivî.

Xalîde Mihemed teqezî bi girîngiya taqîkirina tesbîtkirina zû ya penceşêra pêsîrê ji bo xweparastina ji vê nexweşiyê, da.

Di meha Cotmehê ya her salê de semîner û çalakiyên hişyarê der barê penceşêra pêsîrê tên lidarxistin. Armanc ji van çalakiyan agahiyên jinan li ser vê nexweşiyê hebe û rêbazên xweparastinê werin diyarkirin.

(mh)

ANHA