Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê konferansa 4ˊan li dar xist

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Minbicê hemwextî salvegera şehadeta şehîd Zîlan, bi diruşma ˊBi pêşengiya malbatên şehîdan em ê asta têkoşînê bilind bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û parastina destkeftiyên şoreşê misoger bikinˊ konferansa xwe ya 4ˊemîn li dar xist.

30 hezîran 2024   19:43
MINBIC

Di konferansê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Meclisa Leşkerî ya Jinan a Minbicê beşdar bûn. Konferans li hola Meclisa Gelan hat organîzekirin.

Di konferansê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Minbicê Rebî El Hemade bixêrhatina beşdaran û malbatên şehîdan kir.

Her wiha hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan, Birîndar û Dîlgirtiyên Şer Fatme Behboh axivî û got: "Îro salvegera şehadeta Zeyneb Kinaci ye. Vê jina şoreşger di oxira em bigihîjin azadiya xwe canê xwe feda kir."

Nûçegihan Sîlva El Îbrahîm jî perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên ji malbatên şehîdan re xwendin.

Dûre sînevîzyonek li ser destpêka têkoşîna tevgera rizgariya Kurdistanê û fedakariyên şehîdan hat pêşkêşkirin.

Piştre hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê Enes El Ehmed axivî û got: "Ey malbatên şehîdan hûn bi nirx û wateyên şehadetê parçeyek ji têgeh û feraseta şehadetê ne."

Endamê Mala Gaziyan a Kantona Minbicê Mihemed Xêr axivî û soz da şehîdan ku xelkê herêmê di ewlehî û îstîqrarê de bijî û ew li ser şopa şehîdan heta serketinê bimeşin.

Li aliyekî din jî li ser navê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Minbicê, berdevka meclisê Riweyde Hinêzil axivî û got: "Em lidarxistina konferansê li malbatên şehîdan pîroz dikin. Ev konferans hemwestî bibîranîna salvegera şehadeta şehîd Zîlan hat organîzekirin."

Her wiha li ser navê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Museb Mihemed axivî û got: "Ev konferans di qonaxeke girîng û dîrokî de tê lidarxistin. Em Soz didin şênî û şehîdên xwe ku li hember dagirkeran bibin mertal."

Meclisên Malbatên Şehîdan li kantonên Tebqa, Firat, Reqa mertal dan hevserokên Meclisên Malbatên Şehîdan a Kantona Minbicê.

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Minbicê Hesen El Hisên rapora salane ya xebatên meclisê yên 2 salan xwend û sînevîzyonek li ser xebatên meclisê yên 2 salan hat pêşkêş kir.

Her wiha paşê hevserokên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Minbicê hatin hilbijartin û ev in: Fatme û Mehmûd El Îdo. Her wiha endamên meclisê û hevserokên meclisê sond xwar.

Di dawiya konferansê de encamname hat xwendin:

Zêdekirina çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Xebitîna li ser perwerdekirin û rêxistinkirin malbatên şehîdan bo parastina mîrasa şehîdan.

Têkoşîna ji bo rizgarkirina herêman û parastina destkeftiyên şoreşê.

Sekna li dijî şerê taybet ku ji aliyên komploger ve tên amadekirin ku hişbirê di nava malbatên şehîdan de belav bikin, bi taybet di nava ciwanan de.

,Zêdekirina serdanên bo malbatên şehîdan û çareserkirina pisgirêkên wan.

Xurtkirina malbatên şehîdan ji aliyên fikrî û siyasî ve.

Lidarxistina civînan ji malbatên şehîdan re û pêşkêşkirina desteka madî û manewî û rêveberî berpirsiyarê vê yekê ye.

Koordînakirina bi Desteya Kar û Barên Civakî re ji bo destekdayîna astengdarên ji malbatên şehîdan.

Ji bo xurtkirina fikrî, rêxistinî û îdarî endamên meclisê derbasî perwerdeyên girtî û taybet bin.

(fr)