Li ser rêya Qamişlo-Hesekê qeza: 4 kesan jiyana xwe ji dest da

Li ser rêya Qamişlo-Hesekê qezayek çêbû, di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li ser rêya Qamişlo-Hesekê qeza: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
30 hezîran 2024   19:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser rêya di navbera bajarên Qamişlo û Hesekê yên kantona Cizîrê de qezayek çêbû, di encamê de 4 kes ji heman malbatê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, erebeya ji cureya jeepê li tankerekê qelibî.

Navên kesên jiyana xwe ji dest daye wiha ne: Enwer Sebah El Abid (45), Emar Mihemed El Abid (45), Wîdad Ehmed El Abid (35) û Menar Sebah El Abid (40).