Meclisa Leşkerî ya Hecînê 2 eşîr li hev anîn

Meclisa Leşkerî ya Hecînê eşîra Îfan û ya Hiwêş bi merasîmekê li hev anîn.

Meclisa Leşkerî ya Hecînê 2 eşîr li hev anîn
Meclisa Leşkerî ya Hecînê 2 eşîr li hev anîn
Meclisa Leşkerî ya Hecînê 2 eşîr li hev anîn
Meclisa Leşkerî ya Hecînê 2 eşîr li hev anîn
Meclisa Leşkerî ya Hecînê 2 eşîr li hev anîn
Meclisa Leşkerî ya Hecînê 2 eşîr li hev anîn
Meclisa Leşkerî ya Hecînê 2 eşîr li hev anîn
29 cotmeh, 2024   17:17
DÊRAZOR

Beriya 7 mehan ciwanê bi navê Elî Hiwêş ê ji eşîra Hiwêş ji aliyê malbatek ji eşîra El Îfan ve hatibû kuştin. Piştî vê bûyerê têkiliyên her du eşîran ji hev din qut bûn.

Meclisa Leşkerî ya Hecînê û rûspiyên herêmê îro bi beşdariya bi dehan şêniyên ji herdu eşîran û rûspî merasîmê lihevanînê li bajarokê Geranîc ê rojhilatê Dêrazorê li dar xist.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hecînê Îbrahîm El Asî axivî û girîngiya tirqa û lihevhatina eşîran diyar kir. El Asî anî ziman ku hewldanên meclisê yên mîsogerkirina aştiya navxweyî berdewam dikin.

Bavê Elî El Hiwêş, Ehmed El Hiwêş bixêrhatina beşdaran kir û spasiya Meclisa Leşkerî Ya Hecînê kir ku ev lihevanîn bi rê ve bir.

El Hiwêş bi navê xwe û navê malbata xwe, malbata Îfan efû kir.

Piştre herdu eşîran silav dan hev û makanîzmek ji bo domandina têkiliyan û xurtkirina hevgirtinê hat diyarkirin.

Li dawiyê belgeya efûyê hat xwendin û herdu aliyan bi beşdariya rûspiyê eşîra Borehme û Elî El Selîm belge îmze kir.

(mh/bb)

ANHA