Bertekên li dijî êrişên dagirkeriyê 

Saziyên civaka sivîl û PYDˈê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirkerde  daxuyanî dan, li dijî êrişan banga hevgirtinê kir.

Bertekên li dijî êrişên dagirkeriyê 
Bertekên li dijî êrişên dagirkeriyê 
Bertekên li dijî êrişên dagirkeriyê 
Bertekên li dijî êrişên dagirkeriyê 
29 cotmeh, 2024   16:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziyên civaka sivîl û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî dan.

HELEB

Mala Êzidiyan a Helebê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê şermezar kirin. Daxuyanî li pêşiya avahiya Mala Êzidiyan a li taxa Şêxmeqsûdê hat dayîn.

Hevseroka Mala Êzidiyan Roşîn Mûsa bi zimanê erebî û rêveberê Yekitiya Mamosteyan Şukrî Mistefa bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca ji van êrişan têkbirina projeya demokratîk û jiyana hevbeş a li herêmê ye. Hate destnîşankirin ku ev êriş xizmeta komên çeteyan tenê dike û bang li hêzên demokrat ên li Sûriyeyê, hikumeta Şamê û hêzên navneteweyî hat kirin ku erkên xwe bi cih bînin û dawî li êrişan bînin.

Di dawiya daxuyaniyê de peyama berxwedanê û parastina destkeftiyên şoreşa Rojava hate dayîn.

QAMIŞLO

Komîteya Aborî ya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li taxa Cûdî ya bajarê Qamişlo li ber depoyên genim a hatî bombekirin, daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Komîteya Aboriya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulîstan Mûrad bi zimanê erebî û Rêvebera Kongra Star a bajarê Qamişlo Îbtîsam El Huseyin bi zimanê kurdî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ji dema destpêkê ya avakirina projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewleta Tirk hewl dide bi hincetên cuda yên bêbingeh êriş bike û pêşî li pêşketina vê projeye bigire. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dijminatiya Tirkiyê ya li dijî neteweya Kurd ji dîrokê ve tê zanîn û wiha domand, “Ji projeyên yekîtiya pêkhateyên herêmê ditirse û weke dewleteke nijadperest vê projeyê li hemberî xwe xetere dibîne.

Dewleta Tirk a faşîst raste rast sivîlên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire. Di encama van êrîşan de hejmarek ji jin û zarok şehîd bûne. Li kêleka hedefgiritina sivîlan, hemû binesaziya herêmê hedef girt û di encamê de gelek navendên xizmegzariyê û jiyanê ji xizmetê derket. Di heman demê de ev bombebaran gihişte navendên hêzên ewlekariya Hundirîn, gelek karkerên ku li ser karê xwe bûn jiyana xwe ji dest dan û hin ji wan jî birîndar bûne. Li hember vê jî gelê herêmê bi hemû rengê xwe têkoşîn dike ku hemû planên dijmin têk bibin û serketina pirojeya Demokratîk misoger bikin. Bertekên lewaz ên şermezarkirina binpêkirinên Tirkiyê, dibe faktor ku ev êrîş cardin werin dubare kirin. Di serî de jî helwesta dualî ya pîvanên Rûsya li herêmê ye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Êrişên herî dawî yên li ser herêmê dibe zemîneke ku herêmê ber bi krîzekê ve bibe û barên aborî li ser hemwelatiyan çêbike. Dê ev bi xwe re rewş û pêleke koçberiyê di vê pêvajoyê de bîne. Em wekî komîteya aborî ya Kongra Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê van binpêkirinan şermezar dikin. Divê civakên navneteweyî bi erka xwe rabin û helwesta xwe rabere bikin. Dewleta Tirk hemû mafê mirovahî binpêdike, sûcê şer pêk tîne.

Em bang li hemû aliyên peywendîdar dikin ku helwesteke eşkere li dijî van êrîşan raber bikin. Dîsa ji bo têkbirina armanca van êrîşan em bang li hemû pêkhateyên herêmê û bi taybetî jî bang li jinan dikin ku li dora hêzên me yên leşkerî kom bibin. Di heman demê de em bibin yek dest li dora projeya demokratîk a Rêveberiya xweser.”

TEBQA

Meclisa PYDˈyê ya kantona Tebqayê jî daxuyaniyek li pêşiya çerxerêya Kenîse (Dêr) ya li başûrê bajar da.

Hevseroka Meclisa Ciwanan a PYDˈyê Neda Mihemed daxuyanî xwend, diyar kir ku hincetên dewleta Tirk ên pêkanîna êrişan li ser herêmê ne rast in. Neda destnîşan kir ku dewleta Tirk sûcên şer li herêmê dike, lew ra divê hesab jê were pirsîn.

Neda bang li tevahiya gelê Sûriyeyê û hêzên siyasî yên nîştimanî kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk rabin. Bang li hikumeta Şamê jî kir ku erkên xwe li hemberî van êrişan bi cih bîne.

Neda Mihemed her wiha bang li NY û hêzên navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û dawî li sûcên dewleta Tirk bînin.

Neda bi domdarî got: "Siyaseta dewleta Tirk a dagirker xizmeta aştî û istiqrara li herêmê nake. Mîna van êrişên hovane dê aloziyên li herêmê mezintir bikin. Li ser vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku heya têkbirina planên dagirkeriyê  di yek rêzê de li hemberî êrişan li ber xwe bidin ."

Di dawiya de got, dema dema rizgarkirina herêmên dagirkirî ye.

REQA

Bi heman armancê Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek li Qada Jina  Azad a li bajarê Reqayê li dar xist.

Di çalakiyê de endamên yekitî, ode û sendîqeyên rêxistinên civaka sivîl, tevî hevserokên Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk Nesrîn Hesen û Cîhad Hesen amade bûn.

Di çalakiyê de Hevseroka Komeleya Çand, Huner û Jîngehê ya Marî, Celaa Hemzawî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û hate gotin, li gorî qanûnên navneteweyî, êrişên dewleta Tirk sûcên şer. Bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê jî hatin kirin ku tedbîrên parastina sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigirin, dawî li êrişên li ser binesaziya herêmê bînin, rêzê bidin qanûnên mirovî yên navneteweyî. Her wiha bang li Komîteya Lêkolînan a Serbiwe ya NYˈyê hat kirin  êrişên li ser herêmê bibînin û raporekê der barê wê de derxin.

(bb)

ANHA