Li Reqayê mal û dikanên Kurdan tên valakirin û hilweşandin

Şaredariya Reqayê malên Kurdan yê li taxa Kurdan a li bajêr vala dike û hildiweşnîne. Şêniyan li hember van kiriyaran benga xwepêşandê sibê kirin.

Li Reqayê mal û dikanên Kurdan tên valakirin û hilweşandin
18 nîsan, 2026   17:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li taxa Kurdan a nêzîkî çerxa Hezima li Reqayê, mal û dikanên Kurdan tên valakirin û hilweşandin.

Li gorî çavkaniyan, wesayîtên şaredariyê li Reqayê mal dikanên Kurdan li taxê hilweşandin, bi hinceta ku avahî li deverên derveyî plana avakirinê ya bajêr de ne.

Der barê mijarê şêniyên taxê û çalakvanan ji bo betalkirina biryarê û rawestandina valakirin û hilweşandina malan, bang kirin ku sibê, Duşemê li çerxerêya Hezîma çalakî were lidarxistin.

(k)