24 weşanxane ji derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî pêşangehê bûne

24 weşanxaneyên ji derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9’emîn bûne. Weşanxane bi zêdetirî 4 hezar pirtûkên bi zimanên zimanên erebî, kurdî û tirkî beşdarî pêşangehê bûne.

24 cotmeh, 2025   02:35
QAMIŞLO

Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê di navbera 20-26’ê Cotmehê de Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9’emîn li Parka Azadî ya Qamişloyê li dar dixe.

51 weşanxane, weşan, kovar, navend, nivîskar, komele û pirtûkxaneyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarên Sûriyeyê (Şam, Dera, Lazqiyê, Heleb), Lubnan, Belçîka û Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê, beşdarî pêşangehê bûne. 13 hezar û 700 pirtûkên bi zimanên kurdî (kurmancî, soranî, kirmanckî), erebî, ermenkî, suryanî, îngilîzî û tirkî beşdar bûne.

Weşanxaneya Ela Eldîn, Weşanxaneya El- Tekwîn, Weşanxaneya Ken’an, Weşanxaneya El Tenewî El Seqafî, Weşanxaneya Ugarît, Weşanxaneya Rislan, Weşanxaneya El Zeman ji paytexta Sûriyeyê Şamê beşdarî pêşangehê bûne.

Weşanxaneya El Hiwar û Weşanxaneya Fewasil ji Lazqiyê beşdarî pêşangehê bûne.

Weşanxaneya Istenbolî ji Helebê beşdar bûye.

Weşanxaneya Esrîya û Kompaniya El Erebî ya Çapemeniyê ji Lubnanê beşdarî pêşangehê bûne.

Weşanxaneya Nûr Horan ji Derayê beşdarî bûye.

Weşanxaneya Aram, Weşanxaneya Wardoz, Weşanxaneya Avesta, Weşanxaneya Dara, Weşanxaneya Pirtûka Kurdî ji Amedê beşdarî pêşangehê bûne, Weşanxaneya Peywend û Lorayê ji Wanê beşdarî pêşangehê bûne. Weşanxaneya Nûbihar ji Stenbolê beşdar bûye.

Weşanxaneya El- Lîbraliyê ji Swêdê û Weşanxaneya Alka jî ji Belçîkayê beşdarî pêşangehê bûne.

Ev weşanxane bi zêdetirî 4 hezar pirtûkên bi erebî, kurdî û tirkî beşdarî pêşangehê bûne.

807 PIRTÛK DERBASÎ HERÊMÊ NEBÛN

Her wiha 25 pirtûkên Weşanxaneya El Hiwar, 72 yên Weşanxaneya El Tekwîn, 25 ên Weşanxaneya Ugarit, 210 ên Weşanxaneya Esrîya – Lubnan, 175 ên Weşanxaneya Ela Eldîn, 300 ên Weşanxaneya Nûr Horan ji ber girtina rê ya ji aliyê hikumeta veguhêz a Şamê ve, nekarîn bikevin herêmê.

(bî)

ANHA