Meclisa Jin a PYD qonaxa 6`emîn a çalakiyan ragihand

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê qonaxa 6`emîn a çalakiyên xwe yên derbarê tundiya li dijî jinan ragihand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev çalakî bi armanca geşkirina rola jin di avakirina aştî û bingeha civaka demokratîk de wê bên çêkirin.

Meclisa Jin a PYD qonaxa 6`emîn a çalakiyan ragihand
8 cotmeh, 2025   12:32
QAMIŞLO

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di çarçoveya hemleya xwe ya li dijî tundiya li ser jinan a ku di sala 2020`an de ragihandibûn, daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de di bin dirûşma “Ber bi Avakirina Sûriyayek Demokratîk ve bi Pêşengntiya Jina Azad” bernameya xwe ya qonaxa 6`emîn ragihandin.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Jinan a PYD’ê ya li bajarê Qamişloyê hate dayîn. Rêvebera Meclisa Jinan a PYD’yê ya bajarê Qamişlo Horiya Şemdîn bi zimanê kurdî û rêvebera Meclisa Jinan a PYD’ê ya kantona Cizîrê Hayistan Hesen jî bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Rojhilata Navîn guhertin û veguhertinên kûr ên jeopolîtîk diqewimin, bi van guhertinan nexşerê û siberoja herêmê bi giştî û Sûriyeyê tên xêzkirin. Hate destnîşankirin ku di nava metirsiyên li ser çareneûsa gelên Sûriyeyê û jinên Sûriyeyî bi taybetî, hêzên herêmî û navneteweyî li ser hesabê vîna gelan şer dikin û li ber çavên tevahiya cîhanê mafên mirovan û ewlehiya civakan têne binpêkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, jin li pêşber berpirsiyariyek dîrokî ne ku destkeftî û serkeftinên xwe yên di van salên têkoşîna dirêj de bi dest xistine biparêzin.

Di daxuyaniyê de destpêkirina kampanyaya ’Ber bi Avakirina Sûriyayek Demokratîk ve bi Pêşengntiya Jina Azad’ hat ragihandin û wiha hat domandin "Ji bo bilindkirina têkoşînê di hemû warên siyasî, dîplomatîk û civakî de, di pêşengiya qonaxa avakirina aştiyeke mayînde û civakeke demokratîk de, em Meclisa Jinan a PYD’ê kampanya 6’emîn a ’Ber bi Avakirina Sûriyayek Demokratîk ve bi Pêşengntiya Jina Azad’radigihîne."

Li gorî daxuyaniyê bernameya Kampanya wiha ye:

-Li seransrî bajar û bajarokên kantona Cizrê dê bi mijarên "Malbata Demokratîk"  û "Rûbirûbûna bi Tundûtûjiyê re" panel werin lidarxistin.

-Dê li kantonên Reqa û Cizîrê 2 foruman werin lidarxistin.

-Bi hevkariya saziyên Rveberiya Xweser û Koordînasyona Jinan wê civîn û panel werin lidarxistin.

-Li darxistina çend atolyeyên perwerdehî û amedekirinê.

-Ji bo bîranîna şehîd Şîlan dê li Kobanê û Qamişloyê şevbêrkên çandî û hunerî werin lidarxistin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin "Bila jin bibe çêkera aştiyê, parêzvana nirxên demokratîk û pêşenga ber bi  guhertinên rastîneqîn ve."

(fk/bb)

ANHA