Odeya bazirganî ya Kanton Firatê konferansa xwe ya sêyemîn li darxist

Bi serpereştiya Odeyên Bazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansa Sêyemîn ya Odeya Bazirganiyê ya Kanton Firatê dibin dirûşma "Bi Aboriya Civakî, bazirganiya saxlem ava dibe" hat lidaxistin.

Odeya bazirganî ya Kanton Firatê konferansa xwe ya sêyemîn li darxist
Odeya bazirganî ya Kanton Firatê konferansa xwe ya sêyemîn li darxist
Odeya bazirganî ya Kanton Firatê konferansa xwe ya sêyemîn li darxist
Odeya bazirganî ya Kanton Firatê konferansa xwe ya sêyemîn li darxist
Odeya bazirganî ya Kanton Firatê konferansa xwe ya sêyemîn li darxist
8 cotmeh, 2025   12:53
KOBANÊ

Konferans bi amadebûna bi dehan bazirgan û endamên Tevgera Civaka Demokratîk û nûnerên saziyên bagirzanî û Aborî ya Rêveberiya Xweser a Kanton Firatê li hola Komîteya li hevanînê hat li darxistin.

Konferans bi deqeyek rêzgitin dest pê kir, dûre hevseroka Odeya Bazirganî ya Kantona Firatê Meyada Mihemed Rapora 2 salan ya Kar û Xebatên ya Odeya Bazirganiyê xwend.

Di raporê de hate diyar kirin ku wan di van 2 salan de kar û xebatên dane meşandin û bi taybet xakimyeta ku Odeya Bazirganiyê li ser bagirganan dabûn meşandib. Dema ku miqdarên pereyên Emrîkî buha dibû, wan karibûn li ser bazirganan hakim bin.

Her wiha di raporê de hate zanîn ku kêm û kêmasiyên di van salan de hatin kirin.

Dûre hilbijartin hatin kirin, Mihemed Babilê û Fatma Osman Xelîlbûn hevserokên Odeya Bazirganiyê ya Kantona Firatê.

(sş)

ANHA