Meclisa Gelan qanûna dadgeha parastina Hevpeymana Civakî derxist

Qanûna dadgeha parastina Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 7 beşan û 11 madeyan pêk tê. Di nav de pênase, erkên dadgehê, sazûmaniya wê, usula kar û xebatên dadgehê, mafên wê û biryarên wê hene.

Meclisa Gelan qanûna dadgeha parastina Hevpeymana Civakî derxist
22 sibat, 2024   15:44
HESEKÊ

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sêşemê (20`ê Sibatê) Qanûna Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî ya herêmê di civîna xwe ya bi hejmar 93 derxist. Desteya Serokatiya Meclisa Gelan, endamên wê yên li kantonan, endamên komîteya berfireh a sazkirina hevpeymana civakî tev li civînê bûbûn.

Li gorî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qanûn ji dîroka hatiye derxistin, kete meriyetê.