Komkirina îmzeyan li Reqayê berdewam e

Xebatên komkirina îmzeyan li kantona Reqayê berdewam in. Şêniyên ku tev li hemleyê dibin destnîşan dikin ku bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji pergalên kapîtalîst xilas bûn.

Komkirina îmzeyan li Reqayê berdewam e
Komkirina îmzeyan li Reqayê berdewam e
Komkirina îmzeyan li Reqayê berdewam e
Komkirina îmzeyan li Reqayê berdewam e
22 sibat, 2024   15:53
REQA

Xebatên komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku 18`ê Sibatê dest pê kiriye li kantona Reqayê berdewam in.

Komîteyên pispor li tax û gundên kantonê, dest bi hemleyê kirine û çaverê ye ku di demeke nêz de bi dawî bibin.

Welatiyê bi navê Sadiq El Hindawî got: "Em şêniyên Reqayê banga bi dawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dkin."

El Hindawî wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan fikrê xwe da me, bi saya wî fikrî me azadiya xwe bi dest xist û em ji pergalên kapîtalîst rizgar bûn."

(şx)

ANHA