Meclisa Gelan a Demokratîk qanûneke din erê kir

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qanûna meclisên deste û komîteyên rêveber ên Rêveberiya Xweser erê kir.

Meclisa Gelan a Demokratîk qanûneke din erê kir
22 hezîran, 2024   18:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya bi hejmar 101 li dar xist. Desteya Serokatiyê ya meclisê, hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser, şêwirmenda meclisê Turfa Osman, endama Dîwana Hevpeymana Civakî Foza Yusif, endamên meclisên gelan ên kantonan tev li civînê bûn.

Di civînê de bendên reşnivîsa qanûna meclisên deste û komîteyên rêveber ên Rêveberiya Xweser haitn nîqaşkirin. Piştî çêkirina hin guhertinên pêwîst, qanûn hate erêkirin. Li gorî qanûnê, deste, nivîsgeh û meclisên Rêveberiya Xweser dikarin biryarên stratejîk ên der barê kar û xebatên xwe de bigirin.

Ji dîroka erêkirinê ve, biryar kete meriyetê.

(şx)