Komîteya Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê civîna xwe ya salê li dar xist

Komîteya Jinan a Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê civîna xwe ya salê li dar xist û di civînê de kar û xebatên komîteyê yên salekê hatin nirxandin.

Komîteya Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê civîna xwe ya salê li dar xist
Komîteya Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê civîna xwe ya salê li dar xist
Komîteya Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê civîna xwe ya salê li dar xist
Komîteya Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê civîna xwe ya salê li dar xist
Komîteya Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê civîna xwe ya salê li dar xist
Komîteya Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê civîna xwe ya salê li dar xist
Komîteya Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê civîna xwe ya salê li dar xist
Komîteya Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê civîna xwe ya salê li dar xist
Komîteya Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê civîna xwe ya salê li dar xist
22 hezîran 2024   18:05
MINBIC

Komîteya Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Knatona Minbicê civîna xwe ya salê li dar xist. Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê tev li civînê bûn. 

Di civînê de cîgira hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Huda Şêx Hesen axivî û got desteyê bi rêya mamosteyan hewl dide fikrê neteweya demokratîk û azadiyê di nava xwendekaran de biçîne.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê Ezab El Ebûd jî axivî û hewldanên desteyê ji bo parastina perwerdeyê û avakirna nifşekî azad di civakeke azad de silav kir û destnîşan kir ku divê mamost û şênî yek bin ji bo ku xwendekaran teşwîq bikin ku perwerdeya xwe temam bikin.

Di civînê de perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin û têkildarî kar û xebatên komîteyê yên salekê sinevizyonek hate pêşandan.

Dûre rapora salê ya Komîteya Jinan hate xwend.

Di dawiya civînê de encamnameyek hate diyarkirin. Xelên wê ev in:

Xurtkirina hemleyên hişyarkirinê li dijî şerê taybet û medya dijîtal.

Ji bo xurtkirina jinan di aliyê rêveberî û rêxistinî de, lidarxistina dewreyan.

Zêdekirina gerên li ser dibistanan.

Çareserkirina pirsgirêkan li tevahî navendên perwerdeyê û dibistanan.

Şopandina rewşa xwendekarên keçîn di peymangehên taybet de.

(şx)

ANHA