Ji bo zarok û ciwanan dewreyên pêşxistina hunerê
Li Dêrikê ji bo pêşxistina behreyên hunerî yên zarok û ciwanan dewreyên hunerî yên şano, mûzîk, nivisîna senaryoyê, lêdana amûrên mûzîkê hatin vekirin.
![Ji bo zarok û ciwanan dewreyên pêşxistina hunerê](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202406/image_870x_6676ed247e701.jpg)
Dibistana Hunerî ya Havînî ya Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîna Şanoyê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê dest bi perwerdekirina zarokan û ciwanan li ser şano, mûzîk, nivisîna senaryoyê, lêdana amûrên mûzîkê kir.
40 zarok û 25 ciwanên ji bajarê Dêrikê tev li van dewreyan bûne. Zarok li ser şano û mûzîkê û ciwan jî, li ser şano, nivisîna senaryoyê û lêdana amûrên mûzîkê perwerde dibin. Ev dewre dê 4 mehan berdewam bike.
Îro roja yekemîn a dewreyê bû. Zarok di vê rojê de wane li ser şanoyê birin.
(şx)