Meclisa Bilind a Şîeyan banga aşkerakirina kujerên şêx Ferhan Mensûr kir

Meclisa Bilind a Şîeyan a Lubnanê êrişa li dijî şêx Ferhan Hesen Mensûr şermezar kir û daxwaza hesabpirsînê kir.

Meclisa Bilind a Şîeyan banga aşkerakirina kujerên şêx Ferhan Mensûr kir
2 gulan, 2026   15:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Oldarê navdar ê şîe û îmamê Mezargeha Seyîde Zeyneb şêx Ferhan Hesen Mensûr duh li Şamê di êrişekê de hate kuştin.

Meclisa Bilind a Îslamî ya Şîeyan a Lubnanê der barê kuştina şêx Ferhan Hesen Mensûr de daxuyaniyek weşand.

Meclisê êrişa li dijî Mensûr wek "sûcekî nemerdane ku armancê wê derxistina fitneyan e" bi nav kir, ji hikumeta demkî ya Sûriyeyê xwest sûc were lêkolînkirin û kujer were cezakirin.

Her wiha destnîşan kir ku ev sûc di çarçoveya hewldanên hedefkirina sembolên olî û civakî de ji bo têkbirina ewlehiya civakî û derxistina fitneyan de pêk hat. Meclisê ji bo parastina şîeyên li Sûriyeyê bang kir.

Duh kesên nenas li nêzî Hotela Sefîr El Zehrah a li Şamê bombeyek avêt erebeya endamê Desteya Ilmanî ya Taîfeya Şîe û îmamê Mezargeha Seyde Zeyneb şêx Ferhan Mensûr. Êriş piştî ku Mensûr ji Mezargeha Seyide Zeyneb derket pêk hat. Di encamê de şêx Mensûr hat kuştin.

(bb)