Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Efrîn-Şehba jî ava bû

Ji bo bicihanîna benda 105’an a Hevpeymana Civakî, Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Efrîn- Şehbayê hat avakirin.

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Efrîn-Şehba jî ava bû
Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Efrîn-Şehba jî ava bû
Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Efrîn-Şehba jî ava bû
Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Efrîn-Şehba jî ava bû
Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Efrîn-Şehba jî ava bû
5 cotmeh, 2024   13:01
ŞEHBA

Li gorî benda 105’an a Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk divê meclisên aborî û çandiniyê li hemû kantonan werin avakirin.

Desteya Aborî ya Kantona Efrîn-Şehbayê ji bo bicihanîna vî bendî, civînek li navenda xwe ya li bajarokê Fafînê li dar xist. Di civînê de piştî nîqaşan bi aliyên têkildar re avakirina Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Efrîn-Şehbayê hat ragihandin.

Li gorî benda 105’an a Hevpeymana Civakî "nûnerên saziyên aborî, yekitî û komeleyên cotkaran, sewalkar, odeyên bazirganî û pîşesaziyê, yekitiya pîşesazan, navendên lêkolînan û nûnerên fakulteyên taybet, endezyar, beytar û endezyarên çandiniyê pêk tê. Ew sîstema aboriya civaka demokratîk a konfedral pêk tîne û bi pêş dixe. Ew bi giranî xwe dispêre aboriya ekolojîk, sosyalîst û civakî. Hemû cureyên keysbaziyê red dike. Li ser bipêşxistina prensîb û feraseta hevpariya enerjî, erd û avê dixebite. Akademiyên ku kadroyên tenduristiyê xurt bike, vedike. Kooperatîfên ku aboriya hevpar pêk tîne, ava dike. Projeyên dabînkirina çavkaniyên dahatê û veberhênanê bi pêş dixe. Bi rengekî koordînekirî li gel deste û komîteyên darayî dixebite da ku rê li ber veberhênana pereyan di warê aboriya civakî de veke."

(bb)