Wezîrê karên derve yê Îranê li Şamê ye

Wezîrê karên derve yê Îranê Abas Araqcî li Şamê ye

Wezîrê karên derve yê Îranê li Şamê ye
5 cotmeh, 2024   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku Abas Araqcî li gel şandeyekê gihaştiye Şamê.

Li gorî berdevk, Araqcî dê bi rayedarên hikumeta Şamê re geşedanên herêmî û têkiliyên dualî nîqaş bike.

Piştî şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de ev serdana yekemîn a rayedarekî Îranê ye.

Araqcî duh çûbû Beyrûtê û di civîneke çapemeniyê ya li wir de gotibû: "Hebûna min li vir helwesta Îranê ya piştgiriya vî welatî û Hizbullahê nîşan dide."

(şx)