Me hevala xwe Cîhan bi boneya 8’ê Adarê bibîr anî 

Xebatkarên ajansa me bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, nûçegihana me Cîhan Bîlgîn li ser gora wê bi bîr anî.

Me hevala xwe Cîhan bi boneya 8’ê Adarê bibîr anî 
Me hevala xwe Cîhan bi boneya 8’ê Adarê bibîr anî 
Me hevala xwe Cîhan bi boneya 8’ê Adarê bibîr anî 
Me hevala xwe Cîhan bi boneya 8’ê Adarê bibîr anî 
Me hevala xwe Cîhan bi boneya 8’ê Adarê bibîr anî 
Me hevala xwe Cîhan bi boneya 8’ê Adarê bibîr anî 
Me hevala xwe Cîhan bi boneya 8’ê Adarê bibîr anî 
6 adar, 2025   13:28
QAMIŞLO

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, xebatkarên jin ên Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) serdana gorên nûçegihana me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan ên Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan a li Qamişlo kirin. 

Xebatkarên ajansê gul danîn ser gorên herû hevalên me û ew bibîr anîn.

Nûçegihana me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan 19’ê Kanûna 2024’an dema ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û berxwedana şervanan dişopandin, di êrişek hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Şehîd Cîhan Bîlgîn, mijarên jin, çalakî û bernameyên wan wekî mijarên sereke wên rojevên xwe hilbijartibûn. Her sal bi boneya 8’ê Adarê dosyayên li ser êşên jinên cîhanê û destkeftiyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade dikirin.

(bb)

ANHA