Zêdetirî 7 ciwanên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin revandin

Endamên hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê hejamrek ciwanên ku diçûn taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê revandin. Di dema revandinê de çekaran li ciwanan da.

Zêdetirî 7 ciwanên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin revandin
13 cotmeh, 2025   16:14
HELEB

Îro, endamên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hejmarek ciwanên Kurd ên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, li bendên kontrolê yên li derdora her du taxan danîne, sekinandin, li ciwanan da û piştre revandin.

Li gorî çavkaniyên agahdar, kesên ku van êriş û binpêkirinan li derdora her du taxan pêk tînin, endamên komên bi navê Firqeya 60, 72 û 76`an in. Ev firqe jî girêdayî Wezareta Parastinê ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ne.

Yek ji bûyerên revandinên îro li nêzî Parka Çandiniyê, ku li kêleka Rêveberiya Çandiniyê ya bajarê Helebê ye, pêk hat. li wir çekdaran li hejmarek ciwanan da û paşî ew revandin.

Yek ji komên ku du ciwan revandin û êrişî yekî din kirin, hat dîtin ku li erebeyeke spî siwar bûn. Çekdarên komê maske û cilên reş li xwe kiribûn.

Li gorî nûçegihanên me, îro zêdetirî 7 ciwan li deverên cûda hatine revandin.

(k)