Mazlum Ebdî û Mesud Barzanî bi telefonê  axivîn

Serokê Giştî yê PDK’ê Mesud Barzanî û Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî bi riya telefonê hevdîtin pêk anî.

Mazlum Ebdî û Mesud Barzanî bi telefonê  axivîn
25 ÇILE, 2026   14:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Baregeha Barzanî belav kirine, Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê bi rêya telefonê axivîn.

Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hat diyarkirin ku Ebdî û Barzanî behsa pêşketin û guhertinên dawî, rewşa Suriye û Rojavayê Kurdistanê kirine.

Derbarê naveroka hevdîtinê de tu agahiyên din nehatin parvekirin.

Li ser mijarê QSD’ê jî heta niha tu daxuyanî nedane.