Ji koçberekî li dibistanê bicih bûye stranên bîranîna şehîdan

Li dibistaneke Qamişloyê koçberê Efrînî Ebdulrehman Şekiro bi stranên netewî û girêdayî dilsoziya bi şehîdan re, bîranînên xwe yên Efrînê û rêwîtiya xwe ya koçberiya 6 carî anî bîra xwe.

Ji koçberekî li dibistanê bicih bûye stranên bîranîna şehîdan
25 ÇILE, 2026   14:09
QAMIŞLO

Koçberê bi navê Ebdulrehman Şekir Şekiro ku bi malbata xwe re li odeyeke biçûk a dibistana Şehîd Ferhan Elî li bajarê Qamişlo piştî koçberiya 6`emîn bi cih bûye, li pêşberî kamîreya me bi dengê xwe ji çêja koçberiyê stran gotin.

Ebdulrehman Şekiro bi lêdanan temûra xwe re jî stranên “Ey Şehîd” ku ew bi xwe gotinê wê nivîsandine û awaza wê çêkiriye, stranan “Axa Me Zêr û Zengîn e” a Koma Berxwedan ji bo me pêşkêş kir.

Ew di 9 saliya xwe de ji tawikan tembûr çêkirine, ji zarokatiya xwe ve ji lêdanan tembûrê hez kiriye û heta niha lê dide. Bi ku ve diçe, koçî kur dibe jî temûra xwe bi xwe re radike.

Ebdulrehamn Şekiro Endamê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND), Koma Vegera Efrîn û avakerê Koma Êzidahî ye ku di sala 2018`an li kampekek li Şehbayê hatiye damezrandin.

Niha ew û hevalên xwe yên ku di tevger û koman de cih digirtin, ji hev veqetiyan e.  

Ebdulrehman Şekiro ji civaka Êzdî ye, carekê ji gundê xwe Feqîran a navçeya Cindirêsê koçî Efrîn kiriye, cara duyemîn ji Efrîn koçî navçeya Şêrawa bûye, cara sêyemîn ji Şêrawayê koçî Çiyayê Lêlûn bûye, piştre di cara çaremîn de ji wir derbasî Şehbayê bûye, cara pênecemîn ji Şehba jî koçî Reqayê kiriye û vê carê jî koçî Qamişloyê bûye.

(sb)

ANHA