Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeri peyman îmze kir

Fermandarê Giştî yê QSD’ê bi serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri re peymanek ji 8 bendan îmze kir.

Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeri peyman îmze kir
10 adar, 2025   23:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya ser bi desthilata Şamê ve ragihand ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri peymanek ku tê de xalên girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene, îmze kir.

Li gorî naveroka peymanê ya ku hatiye belavkirin û di dawiyê de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî  û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri îmze kirine, ji 8 bendan pêk tê û wiha ye:

1-Bêyî ku li ol û neteweya gelên Sûriyeyê bê nêrin, di nava hemû pêvajoyên siyasî û saziyên dewletê de bi awayek erkdarî û berpirsyariya wekhev temsîl bikin û mafên wan bên misogerkirin.

2-Civaka Kurd, civakeke xwecihî ya dewleta Sûriyê ye û dewleta Sûriyeyê hemwelatîbûn û hemû mafên destûra bingehîn misoger dike.

3-Li seranserê Sûriyeyê agirbest bê ragihandin.

4-Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, deriyên sînor, balafirgeh, qadên petrol û gaza xwezayî entegreyî rêveberiya dewleta Sûriyeyê bê kirin.

5-Sûriyiyên ku ji cih û warê xwe hatine derxistin, wê vegerin gund û bajarên xwe û ji hêla dewleta Sûriyeyê ve bên parastin.

6-Têkoşîna dewleta Sûriyeyê ya li dijî bermahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlekarî û yekîtiya wê were destekkirin.

7-Em hemû gotinên nefretê û hewlên belavkirina fitne û bangên ku dubendiyê dixin navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê red dikin.

8-Komîteyên Rêveber ji bo pêkanîna peymanê herî dereng heta dawiya salê xebatên xwe bidomînin.

(fr)