Li Qamişloyê 8’ê Adarê û Roja Cil û Bergên Kurdî hat pîrozkirin

Der barê 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û Roja Cil û Bergên Kurdî de, Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê pîrozbahiyek li dar xist.

10 adar, 2025   22:45

Rêxistina jinan a girêdayî Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê, bi boneya (8`ê Adarê) Roja Jinan a Cîhanê û Roja Cil û Bergên Kurdî (10`ê Adarê) li hola Zana ya bajarê Qamişlo pîrozbahiyek li dar xist.

Li pîrozbahiyê endamên Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê li bajarê Qamişlo, rewşenbîr û hunermend amade bûn. Piştî deqeya rêzgirtinê endama Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Yasmîn Hemo axivî û Roja Jinan û ya Cil û Bergên Kurdî li hemû gelê Kurd pîroz kir û diyar kir ku her hêviyê wan ji bo civaka Kurdî avakirina jiyaneke hevpar e,  jinên Kurd xwedî nirx û roleke wê ya balkêş di nava jinên li cîhanê de, heye.

Piştre komîteya amadekar a pîrozbahiyê hevjîna hunermend Seyîd Yûsif, Emîra Mecîd û bijîşka bi navê Hiyam Mûsa xelat kir.

Her wiha pêşbirka pirsên girêdayî civaka Kurdî jî hate pêşkêşkirin.

Pîrozbahî bi pêşandana cil û bergên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê û bi gerandina dîlanê bi dawî bû.

(sb/fr)

ANHA