Nûçegihana me cihên ku çekdaran êriş kirin şopand

şeva yekşema borî çekdarên girêdayî desthilata Şamê li dijî taxa Şêxmeqsûd êriş pêk anî. Nûçegihanê ajansa me bi wêne û dîmenan cihên ku çekdaran êrişî herdu taxan kirine, aşkere kirin.

Nûçegihana me cihên ku çekdaran êriş kirin şopand
Nûçegihana me cihên ku çekdaran êriş kirin şopand
Nûçegihana me cihên ku çekdaran êriş kirin şopand
Nûçegihana me cihên ku çekdaran êriş kirin şopand
Nûçegihana me cihên ku çekdaran êriş kirin şopand
Nûçegihana me cihên ku çekdaran êriş kirin şopand
Nûçegihana me cihên ku çekdaran êriş kirin şopand
Nûçegihana me cihên ku çekdaran êriş kirin şopand
10 adar, 2025   22:36
HELEB

Nûçegihanê ajansa me bi wêne û dîmenan cihên ku çekdaran êrişî herdu taxan kirine, aşkere kirin. Ew jî li rêya Ewarid li aliyê Gerînendetiya Çandiniyê, avahiyê xeta pêşîn ên taxa Silêmaniyê û derdora yarîgeha Celaa ne.

Li gorî şopandina nûçegihanê me, çekdaran sewqiyatên leşkerî ji gundewarê bakurê Helebê bi taybetî ji bajarên Marê û Ezazê, çete ber bi herdu taxan ve anîn.

Hêzên parastinê yên her du taxan jî di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan da û 12 çekdar hatin kuştin û birîndarkirin. Di encama êrişan de jî 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û sivîlek birîndar bûn. Rewşa wan jî aram e.

Li ser rêya Ewarid a di navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û taxên din ên Helebê de, çekdaran rêbendeke kontrolê danî û li gorî şahidan çekdaran pirsên neteweperestî wekî "hûn Kurd in" ji sivîlan dikir û telefonên wan vedikirin.

Heta niha tu welatî nehatine revandin, lê belê tirsa domandina van kiryaran di nav civakê de maye.

Li ser asta rewşa niha jî, ji saet 1'ê nîvşevê tu pevçûn rû nedan û rewşa herdu taxan aram e.

Di her du taxan de nêzî 500 hezar welatî ji pêkhateyên cuda dijîn. Piraniya wan jî Kurd in û beşek koçberên kantona Efrîn û Şehbayê ne.

(mh/fr)

 ANHA