Jinek hat qetilkirin: Kongra Star banga hesabpirsînê kir

Li bajarê Tirbespiyê piştî qetilkirina jinekê, Kongra Star daxuyaniyek da û daxwaza hesabpirsînê kir.

Jinek hat qetilkirin: Kongra Star banga hesabpirsînê kir
18 tîrmeh, 2026   16:22
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji Tirbespiyê ragihandine, jina bi navê Fatima Tahir El Mufdî ya ji gundê Girdêm El Xemirê duh ji ber nakokiyên li ser mîratê ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin.

Beşa Sûcên Rêxistinkirî ya Asayîşê diyar kir ku qetilkirin bi rêya gulebarankirinê çêbûye û lêkolîn dewam dike.

Meclisa Kongra Star a bajarê Tirbespiyê îro der barê mijarê de daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna endamên kongreyê hat xwendin.  

Di daxuyaniyê de qetilkirina Fatimayê bi tundî hat şermezarkirin û hate gotin, "Ev sûc binpêkirineke mezin a mafê mirovan a jiyanê ye. Di heman demê de berdewama tundiya li ser jinan e. "

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku divê li hemberî mîna van sûcan helwesteke cidî were danîn. Her wiha îşaret bi vê yekê hat kirin ku zêdebûna tundiya li ser jinan fikaran çêdike, lew ra divê aliyên têkildar ji bo pêşxistina parastina qanûnî û civakî ya jinan  bi berpirsyartî tevbigerin.

Kongra Star di dawiya daxuyaniyê de banga darizandina kujer kir û destnîşan kir ku "Ji bo rê li ber van sûcan were girtin, ji bo çanda edalet û wekheviyê were girtin, ji bo mafên jinan ên jiyaneke bi rûmet û ewle were mîsogerkirin, divê qanûn were pêkanîna û sûcdar were darizandin."

 (sb)

ANHA