Mazlûm Ebdî: Civîna PYD û ENKS’ê gaveke ber bi yekrêziya Kurdî ve ye
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî têkildarî civîna her du aliyên Kurdî PYD û ENKS’ê peyamek da û got: "Ev gava yekemîn bû di rêzehevdîtinên ji bo pêkanîna yekrêziya Kurdî de. Helwest û nêrîna her du aliyan cihê kêfxweşiyê bûn."
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî der barê civîna her du aliyên Kurdî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) de li ser platforma xwe ya X’ê peyamek da.
Mazlûm Ebdî di peyama xwe de wiha got:
"Îro, her du aliyên Kurdî PYD û ENKS’ê ji bo diyarkirina nexşerêyeke hevbeș û yekirina rêza Kurdî di qonaxa heyî de, li hev civiyan.
Helwest û nêrîna her du aliyan cihê kêfxweșiyê bûn.
Ev gava yekemîn bû di rêzehevdîtinên ji bo pêkanîna yekrêziya Kurdî de.
Ji bo pêkanîna Sûriyayeke pirreng û demokratîk, ku mafê hemû pêkhateyan tê de misoger be, em bi îsrar in vê diyalogê biser bixin."
Vê sibehê saet di 10.00’an de li bajarê Hesekê di navbera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) de civînek hat lidarxistin. Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî beşdarî civînê bûbû.
Her wiha têkildarî civînê jî, hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif civîn bi erênî wesif kir û diyar kir ku lidarxistina civînê bi ENKS’ê re ji bo bersivdana îsrara ENKS’ê ya pêkanîna civînê di navbera her du aliyan de bêyî tu aliyekî Kurdî yê dîtir, pêk hat.
Perwîn diyar kir ku PYD’ê bêyî erêkirina PYNK û hêzên Kurdî yên dîtir çi niha û çi di pêşerojê de gaveke naavêje û got: "Bêyî şêwira PYNK’ê em ne ketin civînê û bêyî wan jî em ê li hev nekin."
PYNK’ê û partiyên siyasî yên dîtir li Bakur û Rojhilatê Sriyeyê beriya 2 rojan civînek li dar xist û di civînê de hat gotin ku ENKS’ê îsrar dike ku ew û PYD’ê tenê bi hev re bicivin.
Partiyan di daxuyaniya xwe de gotibû: "Ji ber xîreta me ya di nav partiyên civiyayî de, ji bo gihîştina helwesteke Kurdî ya yekgirtî, em dibînin ku ew dikare civîneke bi vî rengî li dar bixe, ji ber ku her partiyeke me, di nav de PYD’ê, dikare bi her aliyekî re civînekê pêk bîne. Ji vê perspektîfê ve, em erênî nêzîk bûn ku em bigihîjin armanca xwe. Lê em diyar dikin ku ne li şûna xebatên komîteya amadekar a konferasnê ye û ne li şûna her du komîteyên diyalogê di navbera ENKS’ê û PYNK’ê de ye."
Her wiha partiyan diyar kiribû ku girîngî bi pêkanîna yekrêziya Kurdî di vê qonaxa hestiyar de heye ku Sûriye û tevahî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas dibe.
Li gorî agahiyên ketine ber destê me, lidarxistina konferansa partî û hêzên siyasî yên Kurdî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat paşxistin û sedemên wê jî dem teng e û Cejna Newrozê heye.
(fr)
ANHA