Bi dronan êrişî Hewlêrê hate kirin

Danê sibehê bi sê droneyan êrişî ser bajarê Hewlêrê hate kirin, lê bi sîstema parastina hewayî hate têkbirin.

Bi dronan êrişî Hewlêrê hate kirin
14 tebax, 2026   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çend dîmenên hatine belavkirin, vê sibehê dengê çend droneyan li asîmanê Ranya hatiye bihîstîn ku ji aliyê Îranê ve ber bi Hewlêrê hatibû araste kirin.

Piştî nêzîkî saetekê dengê teqînên bihêz li Hewlêrê hatin bihîstîn. Derket ku sê drone ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Hevpeymaniyê ve hatine xistin.