Marco Rubio gihîşt Îsraîlê

Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Marco Rubio gihîşt Îsraîlê. Serdana Rubio piştî êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li ser rayedarên Hamasê yên li paytexta Qatar Dohayê pêk tê.

Marco Rubio gihîşt Îsraîlê
14 îlon, 2025   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişa ku Serokê DYA'yê Donald Trump jî nerazîbûn nîşan da, li hemberî rêveberên Hamasê yên li avahiyeke li paytexta Qatarê hate kirin. Qatar yek ji hevalbendên girîng ên DYA'y'ê ye ku ji bo danûstandinên agirbestê yên li Xezeyê navbeynkariyê dike.

RUBIO: ÊRÎŞ WÊ TÊKILIYA BI ÎSRAÎLÊ RE NEGUHERÎNE

Rubio destnîşan kir ku êrîş wê têkiliyên wan ên bi Îsraîlê re neguherîne û anî ziman ku wê li ser bandora vê yekê bi rayedarên Îsraîlî re hevdîtinê bike. Li gorÎ Wezareta Karên Derve armanca serdanê nîşandana piştgiriya DYa'yê ya ji bo Îsraîlê ye ku hîn welat xwe amade dikin ku di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de dewleta Fîlîstînê nas bikin.

NETANYAHU: RÊVEBERÊN HAMASÊ LI PÊŞIYA AŞTIYÊ ASTENG IN

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu beriya serdana Rubio rêveberên Hamasê yên li Qatarê weke 'Astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyê' pênase kir û diyar kir ku tinekirina wan rêya bidawîkirina şer û azadkirina dîlgirtiyan e.

MALBATÊN DÎLGIRTIYAN: NETANYAHU SABOTE DIKE

Li hemberî vê yekê, forûma ku malbatên dîlgirtiyên Îsraîlî yên li Xezeyê temsîl dike, îdîa kir ku yê şer dirêj dike Netanyahu bi xwe ye: "Her cara ku hindik dimîne ku peyman bê mohrkirin, Netanyahu vê sabote dike."

250 HEZAR KESÎ BAJARÊ XEZEYÊ TERIKANDIN

Êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser bajarê Xezeyê dewam dikin ku bajarê herî mezin ê Şerîda Xezeyê ye. Li gorî daxuyaniya artêşê, bi bombardûmanên dawî re zêdeyî 250 hezar kesî bajar terikandin. Lê belê Berdevkê Parastina Sivîl a Xezeyê Mihemed Basal anî ziman ku ev hejmar derdora 68 hezar kesî ye. Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî nêzî milyonek Filistînî hîn li bajarê Xezeyê û derdora wê dimînin.