Li Xeza ji ber bombebaranê 32 kes hatin kuştin

Di encama bombebarana hêzên Îsraîlê ya li dijî herêma Xezayê de 12 jê zarok, bi giştî 32 kes hatin kuştin. Tê gotin di êrişan de avahiyên bilind ên niştecihbûnê hatine rûxandin. Neteweyên Yekbûyî ji ber rewşa koçberî û aloziya mirovî ya li Xezayê, hişyarî da.

Li Xeza ji ber bombebaranê 32 kes hatin kuştin
14 îlon, 2025   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê êrişên xwe yên li dijî herêma Xezayê bê navber didomîne. Di saetên derbasbûyî de bombebaran bi dijwarî dewam kir. Li gorî tîmên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Şîfai di roja şemiyê de 12 jê zarok bi giştî 32 kes hatin kuştin. 

Li bajarê Xezayê, burc û avahiyên bilind hatin hilweşandin. Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan bargehên ku Hemas bi kar tîne, bombebaran kirine. Hate gotin li taxa El Şêx Ridwan di encama bombebaranê de malbatek ji deh kesan ku dayîk û 3 zarok jî di nav de, bi temamî mirin.

Neteweyên Yekbûyî got ku hejmara koçberan di meha derbasbûyî de bûye derdora sed hezar kesî. Neteweyên yekbûyî hişyarî da, ku pêlên nû yên koçberiyê dê rewşa mirovî ya aloz hîn dijwartir bikin. Bi taybet ji ber ku xebatên derbaskirina alîkariyan û pêdiviyên bi cihkirina mirovan, serneketin.

(dc)