Di hevdîtina Desteya Jinan a li Şamê de çi hat nîqaşkirin?

Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Rohat Xelîl mijarên ku di hevdîtina li Şamê de hatine nîqaşkirin vegotin û da zanîn ku dê demên pêş de hevdîtineke din pêk were.

Di hevdîtina Desteya Jinan a li Şamê de çi hat nîqaşkirin?
3 hezîran, 2026   06:55
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser 19‘ê Gulanê (2026) li Şamê bi Desteya Kar û Barên Malbat û Şêniyan a hikumeta demkî re re civiyabû. Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Rohat Xelîl têkildarî hevdîtinê û gavên ku dê werin avêtin, ji ajansa me re axivî.

Rohat Xelîl diyar kir ku hevdîtin di çarçoveya entegrasyona di navbera QSD-Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de pêk hat û got di nava hikumetê de desteyeke wekî ya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune ye, lewre ew li ser vê mijarê fikirîn û hewl da saziyeke guncaw bînin.

Rohat Xelîl destnîşan kir ku nivîsgehên jinan di hikumeta demkî de hene, lê ne aktîf in û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji ber vê yekê me ji bo meseleya entegreyê, Desteya Kar û Barên Malbat û Şêniyan destnîşan kir. Karên me û yên wan di aliyê zarok û jinan de nêzî hev in. Lê li aliyekî din hin saziyên ku girêdayî Desteya Jinan hene ku li cem hikumeta demkî tune ne.”

ÇI HAT NÎQAŞKIRIN?

Rohat Xelîl têkildarî mijarên ku di hevdîtinê de hatine nîqaşkirin ev agahî dan: “Mijara destkeftiyên jinan di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de û parastina destkeftiyan, her wiha sîstema hevserokatiyê di saziyên Rêveberiya Xweser de û bandorên wê hatin nîqşakirin. Wekî din me bal kişand ser zagona jinan, rêjeya jinan di cihên biryardanê de (ji sedî 50, li hin cihan ji sedî 51), girîngiya aktîfbûna hebûna jinan di hemû qadan de û hebûna YPJ`ê jî."

Rohat Xelîl hevdîtin erênî nirxand û wiha pê de çû: “Pirsên wan der barê sîstema li herêmên me de hebûn, me jî bersiva wan da. Daxwazên wan hene ku hin tiştan ji pergala desteyê li gel wan jî pêk werin, lê dibêjin di nava hikumetê de meseleyên burokrasiyê hene.”

Rohat Xelîl da zanîn ku wan di hevdîtinê de gotiye, divê saziyên girêdayî Desteya Jinan bimînin, heke saziyên heyî wek hembêzgeh û mala zarokan di Desteya Kar û Barên Malbat û Şêniyan de tune bin, dikare bi desteyên cuda ve bên girêdan. Wê deste û saziyên girêdayî wê bimînin.”

`BIRYARA VEKIRINA BEŞA DESTEYA JINAN LI PARÊZGEHÊ HATE DAYÎN`

Rohat Xelîl destnîşan kir ku gava yekem a entegreyê vekirina beşa desteyê li parêzgeha Hesekê ye û got piştî hevdîtinê wan û aliyê hikumeta demkî belgeyên têkildarî sîstemên her du desteyan bi hev re parve kirine, Desteya Jinan mîsaqa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zagonên malbatê, zagonên zarokan, rêziknameya desteyên jinan ji wan re şandine û wiha got: “Di hevdîtinê de biryar hate dayîn ku beşeke Desteya Jinan li Hesekê bê vekirin. Wek pêşniyar navê wê jî bibe Desteya Jin, Malbat û Şêniyan, lê hîn meseleya navê wê nehatiye erêkirin. Avahî hîn nehatiye amadekirin. Heke amade bûya dê bihate vekirin. Heke derfet guncaw bibin li gorî wê di mehekê de xebat bi dawî dibin.”

HEVDÎTIN DIDOMIN

Rohat Xelîl da zanîn ku di dema pêş de dê hevdîtineke din pêk were û ev li gotinên xwe zêde kir: “Em jinên li Rojava dibînin ku erka me ye bibin bingeh ji bo hemû jinên sûriyeyî. Em hewl bidin vê sîstemê li Sûriyeyê bi giştî belav bikin, ji ber ku mijarên parastina jin û zarokan pir girîng in.”

VEKIRINA NIVÎSGEHÊN JINAN DI GERÎNENDETIYAN DE

Rohat Xelîl diyar kir ku vekirina nivîsgehên jinan di hundirê gerînendetiyan de jî di hevdîtinê de bû cihê nîqaşê û da zanîn ku ev mijar dê gava duyemîn be ku di çarçoveya entegrasyonê de bê avêtin.

`EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN`

Rohat Xelîl bi bîr xist ku Desteya Jinan eleqeyê dide dosyayên aborî, siyasî, perwerde, çandî û hwd ên girêdayî jinan û got: "Deste ku sala 2014`an hatiye avakirin, xwe li gorî prensîbên neteweya demokratîk, wekheviya di navber her du zayendan de û edaleta civakî bi rêxistin dike. Desteyê di salên dawîn de xebatên girîng pêk anîn û desteftî bi dest xistin. Em ê destkeftiyan biparêzin û têkoşînê bidomînin."

(bb)

ANHA