Li Qoserê bi hezaran kes ji bo Rojava dimeşin

Li Qoserê bi hezaran kes li dijî êrişên li ser Rojava meş li dar dixin.

Li Qoserê bi hezaran kes ji bo Rojava dimeşin
23 ÇILE, 2026   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Qoserê ya bajarê Mêrdînê ya bakurê Kurdistanê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi hezaran kes li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê meş li dar dixin. 

Girse li Qada Azadiyê kom bû û paşê dest bi meşê kir. Bi hezaran kes di meşê de hêrs û nerazîbûnê nîşanî êrişan dide û xwedî li destkeftiyên Rojava derdikeve.