Malnişînên li Qamişloyê daxwaza asayîkirina wergirtina mûçeyên xwe dikin

Malnişînên li Qamişlo ji ber qerebalixa li ofîsa posteyê û kêmbûna jimardaran, dema ku diçin mûçeyên xwe bistînin rastî zehmetiyan tên. Malinişînan bang li rayedaran kir ku çareseriyan bibînin.

Malnişînên li Qamişloyê daxwaza asayîkirina wergirtina mûçeyên xwe dikin
Malnişînên li Qamişloyê daxwaza asayîkirina wergirtina mûçeyên xwe dikin
15 tebax, 2026   03:45
QAMIŞLO
MIHEMED NÛRÎ ELO

Li bajarê Qamişlo di demên dayîna mûçeyên malnişînan de li ofîsa posteyê qerebalixeke mezin çêdibe, malnişînên kal û pîr bi saetan ji bo standina mûçeyên xwe radiwestin.

Çend malnişînan diyar kir ku ew ji 10 rojan zêdetir e ku serdana ofîsa posteyê dikin da ku mûçeyên xwe bistînin, lê her carê ew rastî astengiyên cuda tên.

Mehmûd Ehmed (70) ji ajansa me re diyar kir ku wî 10 rojan hewl daye mûçeya xwe wergire û got: "Ez her roj têm vir. Carinan dibêjin jimardar tune ye û carinan jî dibêjin dereng bû. Çima ev diqewime? Rewşa me pir xirab bûye. Divê em çi bikin? Divê em herin ku derê?"

‘EM JI ÇÛN Û HATINÊ WESTIYANE’

Hemza Rehal jî got sozên çareserkirina pirsgirêkê 10 roj e dewam dikin, lê tu guhertinek çênebûye û wiha dewam kir: "Em ji serê sibê ve li vir radiwestin. Em ji çûn û hatinê westiyane û her carê dibêjin jimardar tune ye. Sozên vekirina navendên nû hene, lê tiştek nebûye.”

‘MÛÇEYÊN ME DIÇIN KIRÊYA RÊ’

Ebid Silêman El Yasîn jî got: "Ne pere heye, ne tiştek. Ew tenê ji me re dibêjin bisekinin, tenê sozan didin.”

El Yasîn bal kişand ser lêçûnên rojane yên veguhastinê ku bûne barekî zêde li ser malnişînan û destnîşan kir ku ew rojane ji bo çûn û hatinê 100 hezar lîreyî xerc dike.

‘BÊRÊZIYÊ LI ME DIKIN’

Ebid El Muteyr got bêrêzî li wan dibe û destnîşan kir ku ew neçar in bi rojan li bendê bimînin da ku mûçeyên xwe bistînin.

Îbrahîm Muhsen El Seîd bang li rêveberî û rayedarên peywendîdar kir ku rewşa malnişînan, bi taybetî kal û pîr, nexweş, xizanan lêkolîn bikin.

Mihemed Ibêd jî bang li rayedaran û berpirsên navendê kir ku vê pirsgirêkê çareser bikin,  hejmara jimardaran zêde bikin û şaxên nû vekin da ku qerebalixa zêde bi dawî bibe.

(k)

ANHA