Komîteya Koçberên Serêkaniyê: Divê ewlehiya vegerê were dabînkirin

Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso ji hikumeta veguhêz a Sûriyeyê xwest kesên êrişî karwanê koçberên Serêkaniyê ya yekemîn kir, werin cezakirin.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê: Divê ewlehiya vegerê were dabînkirin
15 tebax, 2026   06:25
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Karwanê koçberên Serêkaniyê yê yekemîn 10`ê Tebaxê ji bajarokê Tiwênê yê Hesekê bi rê ketibû. Di karwan de 409 malbatên Kurd û Ereb ên ji Serêkaniyê hebûn. Dema ku karwan gihaşte bajarê Serêkaniyê êrişî wan kirin.

Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê parêzer Ciwan Îso bûyer ji ANHA`yê re nirxand û wiha got: "Piştî êrişa sala 2019`an ji sedî 85’ê xelkê Serêkaniyê ji bajar û gundewarên Serêkaniyê koçber bû. 7 salan li kampan bûn û koçber bê war bûn. Li Serêkaniyê jî di van 7 salan de hewl dan ku demografiyê biguherînin."

Îso di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser nêzîkatiyên Şamê ji dosya vegera koçberan re û wiha got: "Piştî ku Şamê îsal ragihand ku divê kampên li Sûriyeyê werin valakirin û hemû koçber vegerin warê xwe, me gelek hevdîtin bi aliyên têkildar re kirin. Gelek soz dan me û em gihaştin lihevkirinê, lê dosyaya vegera koçberan çi yên Efrîn çi jî yên Serêkaniyê, gelekî dereng ma. Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê piştî guhertinên li Sûriyeyê çêbûn di asta ku dihat xwestin de girîngî neda vegera koçberan. Em wek Komîteya Koçberan amade bûn û me dest bi kar kir. Me navên koçberan qeyd kirin û dest bi birêxistinkirina karwanan kir. Roja vegera karwanê yekem ji bo me rojeke dîrokî bû. Lê piştî karwan gihaşte bajarê Serêkaniyê êrişî wê kirin, malbatên di karwanê de bûn bi zorê xwe ji destê êrişkaran rizgar kir û neçar man dîsa vegerin Hesekê. Gelek ji wan malbatan erebeyên xwe li pey xwe hiştin û xwe gihandin Hesekê."

Îso diyar kir ku malbatên careke dîtir vegeriyan şoq derbas kiribû û wiha got: "Me serdana wan malbatan kir, gelek ji wan birîndar bûbûn û zarok ji aliyê derûnî ve gelekî bandor lê bûbû. Dema ku koçberên Serêkaniyê gihaştin bajar û gundên xwe nişticehên ji derve yên li Serêkaniyê dimînin diçin êrişî wan dikin û ji wan re dibêjin mal û milkên we li vir nîn in û ji Serêkaniyê derkevin."

Ji bo xebatên vegera koçberên Serêkaniyê Îso wiha got: "Em niha koçberan amade dikin ku karwanê duyemîn jî biçe, em dixebitin û armanca me ew e vegera koçberan nesekine û hemû vegerin. Divê koçber bi îradeya xwe vegerin, kesek bêrêziyê li wan neke û rûmeta wan were parastin."

Di dawiyê de Ciwan Îso got: "Kesên êrişî karwanê yekemîn kir divê werin cezakirin û koçber werin parastin. Em wek komîte xebatên xwe berdewam dikin û dê veger bidome."

(np)

ANHA