Hêzên Şamê li Hema û Idlibê 7 balafirên bêmirov xistin

Hêzên hikumeta Şamê ragihand ku gelek balafirên bêmirov ku hewl didan nuqteyên wan li bakur rojavayê welat bombebaran bikin, xistinê xwarê.

Hêzên Şamê li Hema û Idlibê 7 balafirên bêmirov xistin
25 sibat, 2024   17:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê li ser facebookê daxuyand ku hêzên çekdar ên Sûriyeyê 7 balafirên bêmirov ku hewl didan nuqteyên leşkerî û gundên Hema û Idlibê bombebaran bikin, xistin xwarê. Her wiha diyar kir ku ew balafirên terorîstan bûn û hewl didan nuqteyên leşkerî, gund û bajarokên ewle bombebaran bikin.

(fr)