malbatên şehîdan: Rêber Apo xwediyê projeya aştî û çareseriya demokratîke

Malbatên Şehîdan ên bajarê Girke Legê gotin serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye.

malbatên şehîdan: Rêber Apo xwediyê projeya aştî û çareseriya demokratîke
2 tîrmeh, 2026   02:35
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Rêber Abdullah Ocalan 27`ê Sibatê 2025`an dest bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir. Gelê Kurd gavneavêtina dewleta Tirk rexne dikin û gotin serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye.

Qehreman Mihemed got herêma Rojhilata Navîn di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û şûna şer û pevçûnan divê zimanê diyalokê were bikaranîn.

Mihemed diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo girînge û wiha got: "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kilîta çareserkirina gelek pirsgirêkane. Rêbertî xwediyê projeya aştî û çareseriya demokratîk e. Dewleta Tirk heyanî niha tu gav ne avêtine û mijûl dike. Em ji Tirkiyeyê dixwazin ku piratîkî gav bavêje. Rêber Apo ev bûye zêdetirî 27 salan di girtîgeha Îmralî de ye. Em ji rêxistinên mafên mirovan û yên navneteweyî dixwazin ku qanûnî û exlaqî nêzî vê yekê bibin û Rêbertî fîzîkî azad bibe. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gavekî girînge."

Zehra Silêman got girtina Rêbertî ne qanûnî ye û wiha lê zêde kir: "Ev bûye zêdetirî 27 salan Rêber Apo girtî ye, ev yek li dijî qanûnên navneteweyî ye. Heke tecrîd li ser Rêbertî bidome û Tirkiyeyê gav ne avêjê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nagihîjê armanca xwe. Gelên herêmê dixwazin aramî bijîn û şer naxwazin, ji ber vê yekê Tirkiyeyê divê berpirsyar nêzî vê yekê bibe û gav bavêjê."

Mihemed Emîn Hacî anî ziman ku pêdiviya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi gavên piratîkî heye û wiha lê zêde kir: "Heke Tirkiyeyê piratîkî gav na avêjê tê wateya ew naxwazin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bikevê. Gel ji şer bêzar bûne, dixwazin aram û aştiyane bijîn. Ez bang li Tirkiyeyê dikim ku gav bavêjê, berpirsyar nêzî pêvajoyê bibe û aramî di navbera gelên herêmê de çêbibe."

(np)

ANHA