Nûnerê Patrîkê Suryan bi Fermandarên Kurd re hevdîtin kir

Nûnerê Patrîkê Suryanên Ersozkis ê Cîhanê Patrîk Ignatius Mitran Cûzêf Balî hevdîtin bi Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Herêma Rojhilat Semîr Elî Oso û hejmarek ji fermandarên Kurd kir. Di hevdîtinê de li ser rewşa heyî, pêşxistina danûstendinê û navbeynkariya di nava pêkhateyan de nîqaş hatin kirin.

Nûnerê Patrîkê Suryan bi Fermandarên Kurd re hevdîtin kir
Nûnerê Patrîkê Suryan bi Fermandarên Kurd re hevdîtin kir
Nûnerê Patrîkê Suryan bi Fermandarên Kurd re hevdîtin kir
Nûnerê Patrîkê Suryan bi Fermandarên Kurd re hevdîtin kir
Nûnerê Patrîkê Suryan bi Fermandarên Kurd re hevdîtin kir
1 tîrmeh, 2026   19:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi daxwaznameyekê ji nûnerê Patrîkê Suryanên Ersozkis ê Cîhanê Patrîk Ignatius, Mitran Cûzêf Balî îro li navenda Patrîrikiyeyên Suryanên Ersozkis a li bajarê Helebê, di navbera Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Herêma Rojhilatê Sûriyeyê Semîr Elî Oso (Sîpan Hemo), Cîgirê Fermandariya Firqeya 60`î Hecî Mihemed Nebo (Çiya Kobanê), Fermandarê Lîwaya Qamişlo Luqman Xelîl, Mitranê Heleb û Laziqiyê Betres Qsîs û Qesîs Dr. Riyad Cercûr de hevdîtinek pêk hat.

Li gorî agahiyan di hevdîtinê de behsa dosyayên girêdayî rewşa heyî, awayê pêşxistina danûstendinê û xurtkirina navbeynkariyê di navbera pêkhateyan de hate kirin.

(sb)

ANHA