Li nexweşxaneya Siwêda derman kême û alav xira bûne

Her diçe Pirsgirêka tenduristiyê li Siwêda kûrtir dibe, derman kême, alavên bijîşkî xirabûne.  

Li nexweşxaneya Siwêda derman kême û alav xira bûne
Li nexweşxaneya Siwêda derman kême û alav xira bûne
Li nexweşxaneya Siwêda derman kême û alav xira bûne
Li nexweşxaneya Siwêda derman kême û alav xira bûne
Li nexweşxaneya Siwêda derman kême û alav xira bûne
Li nexweşxaneya Siwêda derman kême û alav xira bûne
Li nexweşxaneya Siwêda derman kême û alav xira bûne
Li nexweşxaneya Siwêda derman kême û alav xira bûne
Li nexweşxaneya Siwêda derman kême û alav xira bûne
Li nexweşxaneya Siwêda derman kême û alav xira bûne
Li nexweşxaneya Siwêda derman kême û alav xira bûne
Li nexweşxaneya Siwêda derman kême û alav xira bûne
Li nexweşxaneya Siwêda derman kême û alav xira bûne
Li nexweşxaneya Siwêda derman kême û alav xira bûne
2 tîrmeh, 2026   05:06
SIWÊDA

Her ku diçe Pirsgirêka tenduristiyê li tevahiya Sûriyeyê û li parêzgehan hîn zêdetir kûr bûye. Li nexweşxaneya niştîmanî ya Siwêda derman kême û alavên bijîşkiyê xirabûne. Rojane bi hezaran mirov diçin nexweşxaneya Siwêda û dixwazin pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê çareser bikin. Xebatkarên tenduristiyê hewl didin li gorî derfetên wan ên heyî bi gel re bibin alîkar lê zextekî mezin li ser nexweşxaneya niştîmanî heye. 

Li parêzgeha Siwêda 4 nexweşxaneyên hikûmetê (nexweşxaneya niştîmanî ya bajarê Siwêda, nexweşxaneya Selxed a niştîmanî, nexweşxaneya Şehba ya niştîmanî û nexweşxaneya Salî) hene. Du nexweşxaneyên taybet jî weke nexweşxaneya El Mezrea û Nexweşxaneya El Înaya hene. Lê nexweşxaneya Niştîmanî li ser asta Siwêda ya herî zêde pêşwaziya rewşên awarte û cîrahî dike. Nexweşxaneya niştîmanî xizmeta 150 hezar kesî dike lê ji ber zêdetir nexweş tên zexta li ser nexweşxaneya niştîmanî çêdike.

DERMAN KÊME

Mudîrê Gerînendetiya Tenduristiyê ya Siwêda DR. Fîras Mesûd diyar kir ku derman, pêdiviyên tenduristiyê yên Wezareta Tenduristiyê û rêxistinên dîtir didin gerînendetiya Siwêda, sînordarin û têra me nakin. Her wiha, Dr. Mesûd anî ziman ku ew hewl didin ku di demeke nêz de pêdiviyên nexweşxanê pêk bînin. Wî got: "Gerînendetiya Tenduristiyê ya Siwêdê bi rêbazên cûrbicûr têkiliyê bi insiyatîf û rêxistinan re dike, da ku derman û alavên bijîşkî yên pêwîst peyda bike."

Têkildarî heman mijarê Rêveberiyê Depoya Dermanan Xalid El Ebid jî  wiha got: "Wezareta Tenduristiyê sîstematîk derman rêkake û miqdarê wê jî têra me nake. Komîteya kirînê û rêxistina mirovî tenê derman li navendên tenduristiyê belav dikin û bi nexweşxaneya niştîmanî re nabin alîkar."

AlAVÊN BIJÎŞKÎ XIRABÛNE

Pirsgirêka tenduristiyê ne tenê kêmbûna dermane, her wiha alavên bijîşkiyê xirabûne. Şênî neçar dimînin biçin nexweşxaneyên taybet an jî berê xwe didin parêzgehên dîtir ji bo xwe tedawî bikin.

Seroka Beşa Endezyariyê ya Gerînendetiya Tenduristiyê ya Siwêda Xufran El Hîcaz got makîneya wênekirina rezonansa manyetîk (MRI) ji 13`ê tîrmehê sala 2025`an ve sekinî ye û ji bo tamîr bikin pêdiviya wan bi derdora 2 hezar û 55 dolarê amerîkî heye. Xufran El Hîcaz bang li rêxistinên mirovî kir ku makîneya wan çêbikin.

Her wiha Xufran El Hîcaz anî ziman ku gelek makîneyên wan xirabe ne û wiha got: "Cîhazên skanera CT ya Canon (22 parçe) û yê (32 parçe) xirabûne. Berê me û Odeya Bazirganiyê û şîrketeke taybet li hevdû kiribû ku cîhazên me çêbikin. Lê ji ber şert û mercên ewlehiyê yên zehmet nikarîbûn xwe bigihînin parêzgehê. Ez bi hêvî me ku piştî rewşa ewlehiyê baş bibe cîhazên me çêbikin. Makîneya me ya parçekirina kevirên gurçikê jî sekinî ye û naxebitê, ji ber pêdiviya wê bi makîneya çêkirina enerjiyê heye. Her wiha makîneya tîrêjê ya C-Arm ya em di emeliyatên cîrahî yên hestû û sinir de bi kar tînin em ji nexweşxaneya Selxed tînin nexweşxaneya niştîmanî. Ji xwe hemû makîneyên me zêde têne bikaranîn. Mînak me makîneya şûştina gurçikan zêdetirî 40 hezar saetê bi kar aniye. Dîsa jî kadroyên endezyar hewl didin li gorî derfetên heyî makîneyan çêbikin û ji xizmeta gel bikin."

RÊXISTIN Û INSIYATÎFÊN GEL DIBIN ALÎKAR

Nûçegîhana me da zanîn ku insiyatîfên gel û Rêxistinên Tenduristiyê yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) bi Gerînendetiya Tenduristiyê re dibin alîkar.

Seroka Beşa Endezyariyê ya Gerînendetiya Tenduristiyê ya Siwêda Xufran El Hîcaz anî ziman ku Desteya Tenduristiyê ya navneteweyî makîneya tîrêjê ya gerok û cîhazê CR da ye û wiha lê zêde kir: "Li navenda 4, nexweşxaneya Selxed, banka xwînê ya nexweşxaneya niştîmanî û navenda Zêbîn laboratîf ji me re amade kirin. Ji Lubnanê jî gurûpek bi me re bû alîkar û endoskopa hinav û makîneya CR dan me. Gerînendetiya tenduristiyê ya Siwêda niha li benda Wezareta Tenduristiyê ye ku mûçeyê wna bide û pîlansaziyên xwe pêk bîne."

BEXÇEYÊ EL EMEL LÊKIRIN

Endezyara Beşê Endezyarî ya nexweşxaneya niştîmanî Rehef El Munim got ciwanên çiyayê El Giyarî yê dewleta Îmarat li pêşiya nexweşxaneya niştîmanî bexçeyê El Emel çêkirin. Li bexçe kulîlk, av, kursiyên rûniştinê û qehwexaneyeke biçûk hene. Nexweş, mêvan û kadroyên tenduristiyê diçin nava bexçeyê El Emel bêhna xwe vedidin. Em gelekî bi projeya bexçeyê El Emel şad bûn.

Xwendekarê tenduristiyê yê li nexweşxaneya niştîmanî dimîne got em ciwanên Îmarat gelekî spas dikin û projeya wan gelekî fêde da nexweş û xwendekaran.

PIRSGIRÊKA TENDURISTIYÊ DIDOME

Şêniyên Siwêda anîn ziman ku bijîşk li nexweşxaneya niştîmanî û bi taybet li beşê cîrahî, singê û zarokan kêmin. Gelekî zext li ser kadroyên tenduristiyê çêdibe û nexweş neçar dimînin ku biçin nexweşxaneyên taybet ên Siwêda yan jî biçin parêzgehên dîtir ên Sûriyeyê.

WEZARETA TENDURISTIYÊ ÇI DIBÊJÊ?

Piştî bûyera tîrmehê 2025`an li Siwêda qewimî Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta demkî raghand ku wan destek daye gerînendetiya tenduristiyê ya Siwêda û agahî dane hemû gerînendetiyên parêzgehên dîtir ên Sûriyeyê ku pêşwaziya birîndarên Siwêda bikin. Her wiha Wezareta Tenduristiyê derman û alavên bijîşkî didin nexweşxaneyên Siwêda.

Çavdêran anîn ziman pirsgirêka tenduristiyê li Siwêda mezin dibe. Her wiha kadroyên tenduristiyê diyar kirin ku divê hikûmet û sazî bi Gerînendetiya Tenduristiyê ya Siwêda re bidin alîkar.

(np)

ANHA