Malbatên Şehîdan rêbazên pêşxistina saziyan nîqaş kirin

Li bajarê Tirbespiyê civînek berfireh a malbatên şehîdan hate lidarxistin. Beşdaran rêbazên pêşxistina saziyan û girîngiya xurtkirina rola komînan gotûbêj kirin.

Malbatên Şehîdan rêbazên pêşxistina saziyan nîqaş kirin
Malbatên Şehîdan rêbazên pêşxistina saziyan nîqaş kirin
Malbatên Şehîdan rêbazên pêşxistina saziyan nîqaş kirin
Malbatên Şehîdan rêbazên pêşxistina saziyan nîqaş kirin
Malbatên Şehîdan rêbazên pêşxistina saziyan nîqaş kirin
8 îlon, 2025   15:51
QAMIŞLO

Di çarçoveya amadekariyên ji bo lidarxistina konferansên herêmî yên meclisên malbatên şeîdan li kantona Cizîrê de, îro li bajarê Tirbespiyê civînek berfireh a malbatên şehîdan hate lidarxistin. Civîn li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajêr bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê, Mahsûm Osman, di civînê de axivî û behsa girîngiya rola pêşeng a malbatên şehîdan di xurtkirina bingehên Rêveberiya Xweser de kir.

Osman got: "Îro, em bi hêvî ne ku Sûriyeyek demokratîk, pirrengî û nenavendî were avakirin, ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê di nav de bijîn. Em nikarin vegerin rewşa zulmê ya berê. Rêveberiya Xweser amade ye ku tev li avakirina welatekî demokratîk bibe ku daxwazên hemû civaka gelê Sûriyeyê pêk bîne. "

Beşdarên civînê nêrîn û dawazên xwe anîn ziman û diyar kir ku birêxistinkirina malbatên şehîdan stûnek bingehîn a pêvajoya avakirin û pêşketinê ye. Her wiha hat gotin ku divê kêmasiyên ku di qonaxên berê yên xebatê de derketine di ber çavan re werin derbaskirin û werin sererastkirin.

Beşdaran rewşa malbatên şehîdan nirxand û bal kişand ser pirsgirêkên aborî û ji bo pêşxistina vê qadê hin pêşniyar pêşkêş kirin. Ev pêşniyar dê di konferansê de werin gûtûbêjkirin.

Beşdaran her wiha rewşa civakî nirixandin, û bal kişandin ser girîngiya xurtkirina rola komînan.

Malbatên şehîdan piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser anîn ziman û da zanîn ku ew ê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk ku mafên hemû pêkhateyan biparêze û ji bo parastina destkeftiyên şehîdan, têkoşîna xwe dewam bikin.

(k)

ANHA