Şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê hatin bibîranîn

Bi merasîmekê şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê hatin bibîranîn. Di bîranînê de soza avakirina civakeke demokratîk û azad peyama domandina rêya şehîdan hate dayîn.

8 îlon, 2025   15:47
HESEKÊ

Nivîsgeha Malbatên Şehîdan a Hêzên Erka Xweparastinê, merasîma bibîranîna şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, li dar xist. Merasîm li Hola Serdemê ya li bajarê Hesekê bi amadebûna bi dehan malbatên şehîdan ên ji deverên cuda yên herêmê û fermandarên hêzên leşkerî pêk hat.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Nivîsgeha Malbatên Şehîdan Gulîstan Cafo axivî û got: "Em bejna xwe li hemberî fedakariyên şehîdên xwe ditewînin. Em çiqasî li ser şehîdan biaxivin, kêm dimîne. Dijmin bi hemû rêbazan; leşker û ragihandinê êriş dike. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah  Ocalan û bi keda şehîdan em ê civakek demokratîk ava bikin."

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd jî axivî û bi van gotinan şehîd bi bîr anîn "Şehîd xwediyên hestên zindî, pak û îradeya mezin in. Bi saya wan rihê şoreşgerî û welatparêziyê li ser xaka me bi pêş dikeve."

Nûrî Mehmûd bi dewama axaftina xwe de got: "Bi saya şehîdên me Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bala tevahiya cîhanê kişandiye. Ji tevahiya parêzgehên Sûriyeyê peywendiyan bi me re ava dikin û dixwazin modela me li tevahiya Sûriyeyê pêk were. Ya ku îro li Şamê rû dide nûnertiya Sûriyeyê nake, lê alavek di destê hêzên derve de ye."

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin, helbestvan Ferhad Merdê jî helbest gotin.

(bb)

ANHA