Kurdistaniyên li Lubnanê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir

Komeleyên jinan, kesayetên hiqûqnas ên Kurd û alîgirên doza Kurd li Lubnanê Komploya Navneteweyî şermezar kir û got: "Doza Kurd bi zext û girtinan çareser nabe, bi naskirina mafên gelê Kurd ku bi awayekî adilane û azad aqûbeta xwe diyar dike, çareser dibe."

Kurdistaniyên li Lubnanê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir
Kurdistaniyên li Lubnanê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir
Kurdistaniyên li Lubnanê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir
Kurdistaniyên li Lubnanê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir
Kurdistaniyên li Lubnanê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir
Kurdistaniyên li Lubnanê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir
16 sibat, 2025   18:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleyên jinan, kesayetên hiqûqnas ên Kurd û alîgirên doza Kurdî li Lubnanê li pêş navenda NY’yê ya li Beyrûtê kom bûn û ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî, çalakiyeke protestoyî organîze kir.

Çalakî bi pêşkêşkirina sirûda neteweyî ya Lubnan û Kurdistanî hat destpêkirin. Dûre gelek axaftin hatin kirin. Di axaftinan de behsa sembola siyasî û mirovî ya vê rojê hat kirin û bal li ser pêşwîstiya bidawîkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û misogeriya mafên wî yên rewa hat kişandin.

KOMPLO DIDOME Û SÛCÊN SÎSTEMATÎK

Li ser navê Kurdistaniyên li Lubnanê Ehmed Kurdî axivî û diyar kir ku revandina Rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999‛an de parçeyek ji Komploya Navneteweyî ya bi armanca qelskirina projeya wî ya neteweya demokratîk û mayîna gelê herêmê di bin nêrîna hegemonî û desthilatê de, ye.

Kurdî destnîşan kir ku pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dewamkirina wan siyasetên çewisandinê ye û wiha got: "Rêbertî, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk însiyatîfa aştiyê ji desthilatên Tirkiyeyê re pêşkêş kir."

Kurdî bang li civata navneteweyî û NY’yê kir ku piştgiriyê bidin vê însiyatîfê û zextê li dewleta Tirk bikin ku rêzê ji mafên mirovan û qanûnên navneteweyî re bigire.

KONGRA STAR: PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK JI TEVAHÎ HERÊMÊ RE ÇARESERIYEKE GIŞTÎ YE

Li aliyekî din jî nûnera Kongra Star Lîna Kobanê axivî û got hêzên kapîtalîst ên ku Rêber Abdullah Ocalan radestî dewleta Tirk kiriye, hewl didin serweriya xwe li Rojhilata Navîn xurt bikin û çi projeya demokratîk li herêmê têk bibin.

Lîna wiha domand: "Projeya neteweya demokratîk ku Rêbertî pêşkêş kiriye ji tevahî krîzên herêmê çareseriyek e. Ji ber ku xwe dispêre rêgezên azadî, wekhevî û jiyana hevbeş a di nava gelan de."

CIWANÊN KURD: HETA PÊKANÎNA AZADIYÊ TÊKOŞÎN DIDOME

Her wiha nûnerê ciwanên Kurd Cîhad Kobanê jî diyar kir ku wê ciwanên Kurd di hildana ala têkoşînê ya ku Rêber Abdullah Ocalan bilind kiriye de, dewam bikin.

Cîhad Kobanê destnîşan kir ku fedakariyên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên doza Kurdî dane wê ji her têkoşerekî/ê ku li azadî û edaletê digere re bibe jêdera îlhamê.

HAMO MOSKOVİAN: DEWLETA TIRK A DAGIRKER GEFAN LI AŞTIYA HERÊMÊ DIXWE

Rojnamegerê Lubnanî Hamo Moskovian li ser gefên ku dewleta Tirk a dagirker li aştiya herêmê dixwe axivî û diyar kir ku siyasetên desthilata Tirk ên berfirehkirinê li pêşberî her hewldanên pêkanîna îstîqrarê dibin asteng.

Her wiha ji bo sekna li hember van siyasetan û piştgiriya mafên gelê Kurd di diyarkirina aqûbeta xwe de Moskovian banga hevgirtin û piştgiriya navneteweyî kir.

Moskovian ê ku piştgiriya dide pirsgirêka Kurd got fikra Rêber Abdullah Ocalan fikreke rizgarî ye ne tenê girêdayî Kurdan e, lê belê projeyeke aştî û îstîqrarê ji tevahî gelên Rojhilatê Navîn re ye.

MALBATÊN ŞEHÎDAN: EM ÎXANETÊ LI KESÊN KU CANÊ XWE FEDA KIRINE NAKIN

Nûnera malbatên şehîdan li Lubnanê Emel Kobanê diyar kir ku fedakariyên kesên di oxira azadiyê de dane, badilhewa naçin û wê heta pêkanîna edalet û rûmetê li ser şopa şehîdan bin.

PYD: DIVÊ CIVATA NAVNETEWEYÎ BIKEVE TEVGERÊ

Nûnera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li Lubnanê Rêvan Kobanê diyar kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber ABdullah Ocalan hatiye kirin ne tenê bi armanca girtinê bû, lê belê hewldana derbekirina çi projeya demokratîk li Rojhilata Navîn bû.

Rêvan Kobanê got doza Kurd bi çewisandin û girtinan çareser nabe, bi naskirina mafên gelê Kurd ku bi awayekî adilane û azad aqûbeta xwe diyar dike, çareser dibe.

Çalakî bi diruşmên "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" û"Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

(fr)