Malbatên şehîdan hedefkirina mizgeft û pakrewangehan şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê hedefkirina mizgeft û pakrewangehan şermezar kir û li dijî tundrawiyê jî banga têkoşîna hevpar kir.

Malbatên şehîdan hedefkirina mizgeft û pakrewangehan şermezar kir
27 kanûn, 2025   13:43
REQA

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê  li pêşiya avahiya xwe ya li bajarê Reqayê kom bûn û daxuyaniyek da.

Hevserokê meclisê Ehmed El Şêx daxuyaniyî xwend. Di daxuyaniyê de hedefkirina mizgefta Elî bin Ebî Talib a Elewiyan a li Humsê û êrişên hêzên hikumeta veguhêz li ser pakrewangeha Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermezarkirin.

Hate gotin: " Ev sûc binpêkirina hurmetiya olan û nirxên mirovahiyê ye. Di heman demê de êrişek li dijî yekitiya civakê û ewlehiya wê ye. Dîsa jî kîna kor a ji bo belavkirina fitneyê û têkbirina aştiya navxweyî nîşan dide."

Di daxuyaniyê de bang li aliyên têkildar hat kirin ku êrişkaran aşkera bikin û wan radestî edaletê bikin û parastinê xurt bikin. Li dijî tundrawiyê jî banga têkoşîna hevpar hat kirin.

(b)

ANHA