Cenazeyên qurbaniyên êrişa li dijî mizgeftê spartin axê 

Qurbaniyên êrişa bombeyî ya li mizgefta Îmam Elî bin Ebî Talib a li Humsê bi girseyî spartin axê.

Cenazeyên qurbaniyên êrişa li dijî mizgeftê spartin axê 
27 kanûn, 2025   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyên qurbaniyên êrişa bombeyî ya li dijî mizgefta Îmam Elî bin Ebî Talib a li Humsê bi girseyî spartin axê.

5 cenaze li goristana Ferdos a bajarê Humsê, yek li gundê Xirbe Xazî û yekî din li gundê Til Hewş ê girêdayî bajarê Til Kelexê hatin veşartin. Cenazeyek din wê li ser wesiyeta qurbanî li bajarokê Meyadîn ê Dêrazorê were veşartin.

Duh dema nimêja înê li mizgefta Îmam Elî bin Ebî Talib teqînek çêbû. Di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn. Çeteyên "Seraya Ensar El Suna" êriş girte ser xwe û got, êriş bi bombeyan hatiye kirin.

(b)